Du pirtûkên dersên KURDÎ/kurmancî li Swêdê hatin weşandin
Du pirtûkên nû yên dersên KURDÎ/kurmancî li Swêdê hatin weşandin. Pirtûk ji alî mamosteyê dersên zimanê kurdî Haluk Öztürk ve hatine amadekirin û di nav Weşanên APEC de derketine. Herdu pirtûk ji bo şagirdên dibistana pêşîn polên 1-3 ne.
Ji van “KURDÎ-Kurmancî” rêzmana kurmancî ya ji bo zarokên dibistanê yên polên pêşîn e. Ew seranser ji gelek wêneyên rengîn û ji 64 rûpelan pêkhatiye. Spartinên wê hêsan û berbiçav in, şagird dikarin serbixwe bixebitin.
Pirtûka duwem “Heywan-Deftera Temrînan 1 ” materyaleke fêrkirina navên heywanan e, herwisa jî ji bo pêşxistina şîyana xwendin û nivîsandinê ye. Pirtûk bi bergekî rengîn e û ji 24 rûpelan pêkhatiye . Wêneyên gelek heywanan ji bo ku şagird bi wexe birengînin hatine nexşandin.
Herkes dikare pirtûkan ji malperê Weşanxaneya APEC spariş bike.
Navnîşan ev e:
[email protected]
www.apec.nu/forlag