Ji bo serokomariya Îraqê Mesûm hat destnîşan kirin
Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) du kandîd; Fuad Masûm û Berhem Salih ji bo posta serokomariya Îraqê kadîd kirin. Aliyên siyasiyên başûrê Kurdistanê fişareke mezin xistin ser YNKê ku, bi tenê yek kandîd bo posta serkomariya Îraqê destnîşan bike daku, bikaribe li parlamnetoya Îraqê dengên pêwîst bi dest bixe, lê belê piştî çendîn civînan baskên nav poilîtbûroya YNKê nekarî li hev bikin.
Mela Bextiyar berpirsê kargêriya polîtbûroya YNKê di daxuyaniyekê de got ku, wan nikarî yek kadîd bo posta serkomariyê destnîşan bikin û daxwaz kir ku, parlamenterên kurd yên parlamentoya Îraqê li hev bicivin û di navbera her du kandîdên YNKê; Fuad Mesûm û Berhem Salih de, yekî hilbijêr in.
Duh direngî şev parlamenterên kurd yên parlamnetoya Îraqê, bi amadebûna Fuad Mesûm û Berhem Salih, civiyan û piştî dengdanê Fuad Mesûm 30 deng û Berhem Salih 23 deng bi dest xistin û bi vî awayî Fuad Mesûm endamê polîtbûroya YNKê bû kandîdê kurdan bo serokomariya Îraqê. Lê pirs li vir eve: Gelo dê Necmedîn Kerîm kadîdiya xwe paşde vekêşe yan na?
Weke tê zanîn 62 kurd endamên parlamentoya Îraqê ne li bi tenê 55 parlamenter di civînê de amad bûn.
Biryare îro 24.07.2014ê parlamnetoya Îraqê bicive û serokomar hilbijêre.