Polîtîk

Partiyên di parlementoyê de serdana serokwezîr kirin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, pêşwazî li şandeyeke firaksyonên partiyên nav parlamentoya Kurdistanê kir.

Di civînekê de, şandeya firaksyonên nav parlamentoya Kurdistanê pêkanîn û destbikarbûna kabîneya heştem a hikûmeta herêma Kurdistanê li serokwezîr û civata wezîran pîroz kir û hêvî kir ku, kabîneya heştem a hikûmeta herêma Kurdistanê di kar û xebatên xwe de serkeftî be.  Firaksyonên navparlamentoya Kurdistanê daxwaza hebûna hevahengiyeke baş digel hikûmeta herêma Kurdistanê kir daku, bikaribin bi hev re kar û xizmetên baştir pêşkeşî bi hevwelatiyên herêma Kurdistanê bikin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, bixêrhatina mêvanan kir û ji bo wê serdanê kêfxweşiya xwe diyar kir û got ku, hebûna çavdêrîya parlamentoyê bi ser hikûmeta herêma Kurdistanê, hem dê rola parlamentoyê aktîvtir bike û hem dê hikûmetê jî pal de ku, berdewam hewil bide baştirîn kar û xizmeta pêşkeşî bi hevwelatiyên Kurdistanê bike. Barzanî got ku, nebûna opozisyonê û beşdarîkirina hemûyan di kabîneya hikûmetê de wê manayê nade ku, parlamentoya Kurdistanê rola xwe ya çavdêrîkirina hikûmetê ne lîze.

Her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku, di vê qonaxê de ya ku herêma Kurdistanê tê de derbas dibe, gelek pêwîstî bi karê hevbeş û hevanegiya navbera hemû alî û saziyên herêma Kurdistanê de heye daku  hemû bi hev re di warê parastina aramiya herêma Kurdistanê û pêşkeşkirina baştirîn xizmetan bi kurdistaniyan û çareserkirina pirsgirêk û kirîzan de beşdar bin.

Di civînê de, behsa koçberbûna mesîhîyên bajarê Mûsilê û hatina wan bo herêma Kurdistanê hat kirin û di vê çarçoveyê de, serokwezîr dupat kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi hemû îmkanên xwe dê alîkariya xwîşk û birayên mesîhî bike û di heman demê de hikûmetê dê lêbixebite ku, bi rêya civaka navdewletî û Neteweyên Yekgirtî alîkariyan bo wan koçberan dabîn bike.

 

 

Back to top button