Kurdistan Û Derfeta Dîrokî
Tengezar Marini
Di van demên buhurî de, gengeşî, guftûgo, li ser kolan coyan (xendeq), di navbera başûr û rojavayê welatî de. Jibilî tewanbarî, bi xerabî, îxanet û nanbirînê, ji hundur û derve. Ji derve PKK û girêdayên wê û ji hundur YNK. Di destpêkê dibêjim, rexne û gazinde di nav birayan de, karekî tendurust û rewa ye, lê serederiyên bi babetê re, derveyî normên siyasî û sincî û rewiştî, ev bû yên gelek xembar kirin û nedixwestin, rewş bigihe vê pileyê.
Ez hêvîdar im, ku niha her hêlek tê gehiştibe, ku welatek xwedan dezgehên tenahî û karê xwe bi pisporî dike, baştir berjewendiyên xwe dizane û ya baş, hukumeta herêma Kurdistanê, bi atîfe û hest babet negirt, belê bi aqilane û li gorana berjewendiyên gelê xwe û giraniya xwe ya navnetewî.
Herêma Kurdistan, hingavên berbiçav, di hemi waran de avêtiye û baştirîn nimûne, başûrê Kurdistan, ji welatekî, ku ji ber zordarî û çewisandinê, derbeder dibûn, bûye welatekî, xelkên derdorê xwe digihînin, başûrê Kurdistanê, bo bi tenahî û bê çewisandin bijîn. Eger kêmasiyek li vir an jî li wir bibe, lê hîn nebûye diyarde û pêdivî ye herêma Kurdistanê sîstema dadmendiyê bi hêz bike, daku maf û erk, digel êk biguncin.
Li nav peyvên navnîşanê Derfeta dîrokî heye û hatiye! Bo çi derfeteke dîrokî ye?
Derfeta çi û bo çi?
Eve demeke dirêje, ku kurd bendewarê cihbicihkirina peregrafa 140 ê ne û hukumet, li dûv hukumetê piştguh û gîro dike. Hêka bi hêz di destê kurdan de ye.
1. Hemî deverên kurd behwer dikin, sinorê Kurdistan e, pêşmergedesteser bikin û tenahiyê lê biparêzin.
2. Hemahengiyekê di navbera xwe û xelkên deverê, ji hemî neteweyan durust û mukum bikin.
3. Pêşmerge tenê bo parastina derverên kurdan, li herêmên wan û parastina dezgehên kurdan, li deverên cuda ji Iraqê.
4. Mana pêşmergeyên kurdan li deverên ku bicih bibin.
5. Xweşkirina têkiliyên kurdî-kurdî, çunku, ev qûnax ji hemî hêzan bi tenê mezintir e, rewş aloz û metirsîdar e. Destkeftên kurdan, bi hemahengî û têkiliyên rast û durust û jidil, têne parastin, ne bi êrîş û karên ku kîn û dexzê têxe nav milet.
Îro, çemkirina ser îdolojiyan û binpêkirina berjewendiyên partîtî û bilindkirina ala hevpejirandinê, bihêzkirina giyanê lêbuhurînê û rêkxistina planên dûrxayên û stratîjîk, bo avakirina qewareyekî siyasî, stratîjîk bo kurdan.
Dibe Pirs bihête kirin, ma em çawan behwer bikin, ku wê ev hemahengî pêk bê û berdewam bibe? Ev pirseke li cihê xwe ye û ji ber gelek hêl êşiyane, ji mafê wan e, her hingavek zelal bibe û mafê her hêzekê-kesekî diyar bibe û mafê grûp û kesan, yên mexdûr bûne, bête stendin, daku bawerî di nav wan de durust bibe.
Di daxiyaniya dawî de, yak u encumana PKK da, bo alîkarî di parastina destkeftiyên başûrê Kurdistanê de, bi erênî tête dîtin û pêdivî ye, hukumeta herêmê bi erênî werbigire û pêk ve li ser şêweyê alîkariyê guftûgo bikin û bête nêrîn, ka ji hêla yasaya nêvdewletî ve, rê hene an na?. Ji ber B.Kurdistanê bi peymanên navnetewî pabend e.
Ev têkiliyên niha di nav PDK û PKK dibin, karekî erênî ye û di rêkek rast de ye, lê divêt PKK şaxên xwe yên rojavayî Kurdistanê jî hayedar bike, ku di çarçewa berjewendiyên netewî de, tev bigere û di gel hemi hêz û grûpên kurd yên wî beşî boşahiya heyî birê ve bibe û dest ji zindankirin, sergunkirin û xwetenêdîtinê berde. Berya hemi tiştî, alavên xwe yên ragehandinê, têxe xizmeta pirs û doza netewî û giştî.
Dubar e, dibêjim: derfeteke dîrokî ye û dem nedema şer û cenga hêzên kurdî û Kurdistanî yê bêwate ye.
Man û bihêzbûna başûrê Kurdistanê û bergirî, di ber da, mizgîniya damezirandina dewleta KURDISTAN a demoqrat û hemareng, welatekî, serbixwe, azad û serferaz
bi xwe re tîne.