SHK bersîva daxuyaniya Nurî Malikî da
Li van demên derbasbûyî de Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê li hejmarek hevpeyvîneke telefizyonî û daxuyaniyên rojnamevaniyê da çendîn nêrînên metirsîdar yên di derbarê mafên gelê Kurd û federalîzm û destûr û pêvajoya siyasiya Iraqê xistiye rû ku nabê nadîde bê girtin û pêwîste ewên baweriya wan bi bingehên demokrasiyê heye bersîva wî bidin.
Axaftinên Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê li demek daye ku qeyrana siyasî ji hemû demekî zêdetir kûrtir bûye û asayîşa welat li xeraptirîn rewşa xwe daye û li gel hebûna dahatekî zêde û budçeyeke mezin hemwelatiyan ji destê nebûna xizmetguzariyê dinalînin. Eve karnameya heşt sal hukma Serok Wezîrê niha ya Iraqe, eve ji bilî wê yekê ku li vê demê de eşîrtî û tayîfegerî û hevdû azardana civakî û fîtneya di navbera pêkhatan li sayeya wê hukimraniyê da roj bi roj pêş dikeve.
Siyasiyek ku karnameya berpirsiyariya wî bi vî awayî xerap bê şûna wê yekê ku daxwaza lêborînê ji gelên Iraqê bike û li karê siyasî dûr bikevê ew bi vî awayî dikevê pey êrîşkirina pêkhatên Iraqê û xwe wekî firyadresêk wêne dike û webalên hemû serneketinên hikûmeta xwe dixe stûyê xelkekî din. Axaftina wî ya di derbarê mafên gelê Kurd û şeraket û demokrasî û binpêkirina destûr nîşaneya zîndûbûna wê çandê ye ku hê jî sal oqreyî li gelên Iraqê birîbû û nemirovanetirîn awayê hukimraniyê li Iraqê da xiste ser pê. Di derbarê daxuyaniyên Nurî Malikî Serok Wezîrê Iraqê bi hemû aliyek radigihînîn ku:
Yekem: Take aliyek ku bikarê axaftinê di derbarê mafê çareya xwenûsîna gelê Kurd bike gelê Kurd bi xwe ye. Ew maf mafekî rewa û sirûştiye û tu kesek nikarê dest li ser da bigre. Her gelek bixwaze mumareseya wê mafê bike tu hêzek nikare rê lê bigre û ew maf li ser ruyê hemû hakim û hikûmetane.
Piştî rûxana rejîma berê gelê Kurdistanê biryarê da deng bi destûrê bide ew destûra hewêna serekiya şeraket û demokrasiyê bû. Gelê Kurd rola serekî li binyatnana Iraqê da hebû û biryar da arezûmendane li gel dewleta Iraqê da bijî. Piştî rûxana Be’es gelê Kurd xwest rûpeleke nû veke peymanê li gel Iraqê da nûkir bi wê hêviya li Iraqa nû de êdî çewsandin û paşkoyetî û zulm û îhmalkirin nemîne û federalîzm û demokrasî û şeraketa rasteqîne bibê bingeha pêkvejiyana gelên Iraqê. Lê belê li kirdarê da û piştî çendîn sal li pesendbûna destûrê, destûr û pêkvejiyan û şeraket ketiye bin tehdîda çanda xwesepandin û bi paşkodîtina Kurd. Hukimranên Iraqê nehiştin Iraq li ceribandina qonaxa nû û pabendbûna bi destûr serkeftî bê. Bi berevajiya axaftinên Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê daxwaza gelê Kurd ji bo pêdaçûnê bi cûreya peywendiya li gel Iraqê da destûriye ji ber ku li nava destûra Iraqê da hatiye ku Iraq yekîtiyekî arezûmendaneya pêkhatên xwe ye û pabendbûna bi destûr yekîtiya azadaneya gel û ax û serweriya Iraqê diparêze. Ew birge ji bo wê yekê li dîbaçeya destûrê da hatiye cîgîr kirin ku kesek hate ser desthilat û destûr û şeraketiyê binpêkir, rêyekî destûrî hebê ku bi wê sedemê ve Kurdistan biryar li ser çarenûsa xwe bide.
Ewê Kurd teşwîq dike ku dûbare bi peywendiyên xwe yên li gel Iraqê da biçê, ji aliyê hukimranên Iraqê ve binpêkirina destûre. Binpêkirin û siyaseta dijî destûrê çend salên derbasbûyî desthilatdarên Bexda wiha kiriye Iraq ji rûyê federaliyetê dûr bike. Bi berevajiya destûr rê bi wê neda parêzgeh mumareseya mafê bi herêmbûnê ji bo xwe bikin û kûrkirina tayîfegerî û binpêkirina prensîpên cûdabûna desthilatan û nebûna encûmena îtîhadî û vegerana ji bo navendxwazî û dehan helwestên din wê warê bi Iraqê nedaye bergê federaliyetekî rasteqîne bipêçe. Li rastiyê da ewê desthilata Bexda yekperçeyî ya Iraqê xistiye metirsiyê û dewleta Iraqê ji hemû wateyekî federalî betalkiriye. Piştî wan hemû qurbanîdanan û piştî wê yekê Kurd hest bi wê yekê kir çanda bi paşkodîtin û pêvekdîtina Kurd û piştguhxistina şeraket li Bexda bihêze û destûrê cîh bi cîh nake mafê xwe ye bîr li wê yekê bike bi cûreya peywendiya xwe ya li gel Iraqê da biçê û hengavê ji bo wê bavêje.
Dûyem: Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê li daxuyaniya xwe de bi eşkere nîşan dide ku bingehên demokrasî û karê Parlemanî bi başî hezim nekiriye dema ku neyar û rikeber siyasiyên plangêrên Hewlêrê wesif dike. Serokê Encûmena Wezîran ji bîr kiriye ku ew tewafuq û peymana Hewlêr bû ku ewî bo cara duyem gihande desthilat. Desthilata wê demê ya tewafuqî pêkhatên Iraqê bûye. Divê Serokê Encûmena Wezîran rikeberiya siyasî bi kirdarekî gelek asayî jiyana siyasî bizanê û gelek asayiye kesek li rêya tewafuqê ve bê ser hukim bi heman aliyeta tewafuqê jî li ser kar bê rakirin. Kombûnên Hewlêrê ji bo vekişandina baweriya ji Malîkî raste serneket û ew bi xwe jî baş dizanê ji bo çi serneket lê belê mumareseya mafekî destûrî û yasayî ya aliyan bû û destûr wê rêyê daye aliyên siyasiyan bikarin li rêya vekişandina baweriyê dawî bi desthilata Serokê Encûmena Wezîran bînin.
Sêyem: Ew Serok Wezîrê ku tewafuqa pêkhatên Iraqe li daxuyaniya xwe de hewl dide xwe li ser ruyê pêkhatên Iraqê bibîne û Iraq bi pêverekî tayîfî dabeş dike, dema ku dibêje: Ez dijî Kurd radiwestim eger destûr binpêbike û dijî sunne jî radiwestim eger destûr binpêbike û her wiha dijî Şî’e jî radiwestim eger destûr binpêbike. Li vir da Malîkî rola Serok Komar û Encûmena Nûneran û Dadgeha Federal bi tevahî piştguh dixe û tenê xwe dibîne. Li tu birgeyekî destûra bingehîna Iraqê da nehatiye ku Serokê Encûmena Wezîran çavdêre li ser binpêkirina destûr. Rola Serokê Encûmena Wezîran tenê bi cîhkirine neku çavdêrîkirina binpêkirina destûr. Ew axaftina Malîkî berevajiya destûra Iraqe. Ew dibêje: Îro ez li gel Kurdim û sibê li dijî Kurdim eger destûr binpêbikin”, Serokê Encûmena Wezîran li dijî Kurd artêşê şand Zumar û Kerkûkê û nakokiya li navbera Hewlêr û Bexdayê bi nakokiyekî neteweyî wesifkir û mûçeya hemwelatiyên Kurdistanê birî. Eve ew kare ku Nûrî Malîkî kir û li gel Kurd jî da bû, başe eger sibê dijî Kurd bê çi dike?
Çarem: Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê şîretê li Kurd dike û ew bawere ew ne amadene ji bo cûdabûnê û ji ber cîranan û kêşeyên navxweyiyan nikarin karekî bi vî awayî bikin û dibêje Kurd şeş mehe nekariye hikûmetê pêkbînin. Li rastiyê da mezintirîn tehdîd li noht salên derbasbûyî ku rûbirûyê Kurd bûye eqliyeta dîktatorî û nedemokratiya hikûmetên Iraqe neku tiştekî din. Hebûna cûdahiya bîr û ramanan li navbera aliyên Kurdan de tiştekî asayiye û elfubêya demokrasiye. Kurdistan hewl dide hikûmetekî bi hêza nîştimanî dirust bike û bi tewafuq û beşdariya hemû aliyek. Eve heman ew prensîpe ku Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê naxwazê kar pê bike û her çende sûd jê dît lê belê binpêkir. Malîkî li daxuyaniyeke xwe de balkişandiye li ser wê yekê ku hevpeymaniyekî mîsogerî li gel aliyekî Kurdî bi destaniye. Ew axaftin tenê eger bi kelk bangeşeya hilbijartinê bê nexwe tu aliyekî Kurdî ne amadeye dûr li helwesta Kurdistanî xwe bişewitîne û hevpeymaniyê li gel kesek bibestê ku bawerî bi mafên gelê Kurd tûne.
Pêncem: Serokê Encûmena Wezîran behsa şeraketê dike û wiha bo diçê ku Kurd ji çemka şeraketê negihiştiye û şeraketa muesesatî û beşdariya Kurd li Parlemen û Encûmena Wezîran bi nimûneya bûna şeraket li Iraqê da tîne. Hikûmetek rêz ji bo muesesat daneynê û ji bo derbasbûna yasa û proje yasayan şerîkan piştguh bixe çawa dikarê prensîpa şeraketî muesesatî bi cîh bike. Kijan muesesat? dema hemû biryaran li nivîsîngeha Serok Wezîr û nivîsîngeha fermandeya giştî ya hêzê çekdaran derkeve? Kijan muesesat? Dema proje yasaya budçe li gor berçavgirtina dengê Kurd derbasdibe? Kijan muessesat? Dema Encûmena Wezîran bi bê peyrewê navxo kar bike.
Şeşem: Qonaxa desthilatdariya Serokê niha ya Encûmena Wezîrên Iraqê, yek ji xeraptirîn qonaxên dîroka Iraqê tê hejmartin û karnameya karê hikûmeta wî pire li feşelanîn û şikesta aborî û siyasî ya dewleta Iraqê û piştî heşt sal hukimranî, Serokê niha ya Encûmena Wezîran nikarê xwe ji berpirsiyariyê bidizê dibe ku:
Têkçûna rewşa asayîşa welat û tehdîda rojaneya teror.
Li sayeya vê hikûmetê da Iraq li rêza gendeltirîn welatên cîhane.
Li sayeya vê hikûmetê da li rûyê peywendiya dîplomasî da Iraq kêşe li gel cîranên xwe de heye.
Rêjeya koçkirina xelkê ya derve û koçberên navxo li zêdebûnê daye.
Ji bilî hebûna budçeyekî mezin û dahatekî zêde xizmetguzarî û tendirustî û kareba û rê û ban li astekî gelek xerapdane û hejarî li pêşketinê daye.
Karkirina ji bo kûrkirina tayîfegerî û berpakirina fîtneya neteweyî û aşûb û li hevxistina pêkhatên Iraqê.
Iraq roj bi roj ji wateya dewletbûnê dûr dikevê.
Rewşa mafên mirov û azadiya takekesî û jinan gelek xeraptir bûye. Girtina xelkê li gor biryara dadgehê bûye diyardeyekî bav. Hikûmet tu duvdaçûnek ji bo wê hejmara zêdeya kuştin û revandin û tawanê nake ku bi bajarên Iraqê da tê encam dan.
Heftem: Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê behsa ewe dike ku ew bi xwe û hikûmeta wî hengavekî li dijî destûr û yasayan neavêtine û tehedaya ewe dike ku kesek wê binpêkirinê pîşan bide tûne ku li vê dema heşt sala hukim da hatiye encamdan. Dikarîn bi çend xalek balê bikşînin li ser hejmarek binpêkirina destûr û yasaya Serokê Encûmena Wezîran û Hikûmeta wî bidin ku li van heşt salên derbasbûyî pêkhatine:
Bi cîhnekirina maddeya 140 a destûra Iraqê û li rêyên cûr bi cûr ve karkirina ji bo dijayetiya vê maddeyê.
Xwe veşartina ji serjimêriya giştî. Li gor yasaya Encûmena Nûneran diviya serjimêriya giştî li sala 2008 hatibûya encamdan lê belê hikûmet nekir û paşê dadgeha îtîhadî biryara mulzem ji bo encamdana serjimêriyê derxist ku Hikûmeta Malîkî pabendî yasaya Parlemen û biryara dadgehê nebû û hengav ji bo encamdana serjimêriya giştî neavêt.
Bi berevajiya maddeya 85 ê destûr Encûmena Wezîrên Iraqê û Serokê wê li rêya peyrewê navxoya Encûmena Wezîran kar kiriye. Eve jî dibê sedema wê yekê dîktatoriyet li biryaran dirust bibê û li proseya derxistina biryarê da bingeha wê şeraketa muesesatî nemînê ku Malîkî behsa wê dike. Bi vî awayî nebûna peyrewa navxo wiha dike Cîgirên Serokê Encûmena Wezîran selahiyeta wan ya rastîn nebê û nekarin bi erkê xwe rabin.
Bi berevajiya maddeya 1 ê destûr ku dewleta Iraqê bi dewletek pênase dike ku sîstema hukimraniyê sîstemekî Komarî û Parlemeniye, rola çavdêrî û yasadanana Encûmena Nûnerên Iraqê bi sedema destêwerdana desthilata cîh bi cîh kar hatiye xistin.
Li çend salên derbasbûyî de beşekî zêdeyê Wezaretên girîng û deste û muesesat bi wekalet birêve çûye. Hikûmet bi berevajiya birgeya pênca maddeya 80 ê destûr navê Wekîlên Wezaret û Balyoz û Serkirdeyên Firqeyên Artêşê û Berpirsên Dezgehên Emnî û Serokê Dezgeha Hewalgiriya Niştîmanî û xwediyê pileyên taybetan pêşkêşî Parlemen nekiriye. Serokê Encûmena Wezîran tenê mafê pêşniyarkirina navan heye neku wan pileyên taybet dabimezrêne. Bi berevajiya destûr Malîkî navê pileyên taybet ji bo Parlemen pêşniyar nekiriye û tek aliyane damezrandin. Li diyarkirina van postan de nebûna Parlemen wiha dike li encamê da biryar tenê li berjewendî û bi destê take kesek bê ew jî Serok Wezîre.
Li gor maddeya 63 ê destûr endamê Encûmena Nûneran dema karê xwe da hesaneya xwe heye û li ser derbirînê ra naçê dadgehê eve li halek daye ku Parlementeriya Iraqî li gor ref’î hesane hatiye desteser kirin û hejmarek ji wan jî hatine dûr xistin bi sedema wê yekê ku nêrîna wan bi dilê Malîkî nebûye.
Li gor maddeya 9 ê destûr hêzên emniyan û artêş ji zarokên hemû pêkhatên Iraqê pêktê bi bê cûdakarî û divê hevsengiya li nav pêkhatên artêşê de li ber çav bêgirtin û girêdayî serkirdayetiyekî medenî bê û bergiriyê li Iraqê bike û ji bo serkutkirina xelkê Iraqê neyê bikaranîn û artêş rola xwe li karubarê siyasî û dest bi destkirina desthilat da nebê. Pirsiyar ewe ye kanî hevsengiya pêkhatan li nav artêş û dezgehên emniyan? Kanî întîmaya nîştîmanî ji bo wan hêzan? Serokê Encûmena Wezîran hewl dide artêşek dirust bike ku berê wî ji bo take kesek bê. Bi berevajiya destûr artêş û dezgehên emniyan ji bo tirsandina pêkhatên Iraqê û yek alîkirina nakokiyên siyasiyan û serkutkirina xwepêşandan bi kar hatiye. Ji bilî wê jî hejmarekî zêdeyê dam û dezgehên din hene ku li derveyê çarçêweya destûr hatine dirustkirin wekî mînak serkirdayetiya operasyonan û dijayetîkirina teror û hêzên Swat û hwd. Malîkî li rêya dirustkirina serkirdayetiya operasyonên serbaziyan li navçeyên cûda cûdayên Iraqê bi kirdarî mumareseya desthilatên haletên ji nişkave dike. Eve jî bi berevajiya destûre ji ber ku haletên li nakaw rizamendiya Serok Komar û zorîneya rehaya Encûmena Nûneran pêwîste.
Maddeya 122 ê destûr selahiyata parêzgehan diyar kiriye li ser bingeha prensîpa lamerkezî û parêzger desthilata bilinde li sînorê îdarî ya Parêzgeh û Encûmena Parêzgehan jî ne girêdayî tu wezareteke û darayî ya xwe ya serbixwe jî heye. Bi berevajiya wê maddeyê li sayeya desthilata Malîkî û hevrêyên wî da parêzgeh ew selahiyata xwe tûne û hikûmet bi nefesekî merkezî muameleyê li gel da dike.
Ewê li vê ragihandinê de hatiye wêneyekî giştiyê vê pêvajoya nelibara gelên Iraqê têda derbas dike û bi dilniyayê ve jî ev pêvajo li encamên xerapê îdaredana welat û meyla vegerana dîktatorî û xwesepandin û merkeziyet û binpêkirina destûr hatiye holê û Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê nikarê xwe ji berpirsiyariyê veşêrê. Hêvîdarîn ev derfeta ku ji bo gelên Iraqê hatiye pêş hemwelatî bikarin li rêya hilbijartinê ve dawî bi vê rewşa xerab bînin û pêvajoya siyasiya Iraqê guhertinên cewherî tê bikevê û bikevê ser rêyekî dirust.
Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
27.04.2014