Polîtîk

SHK kirdara teroristiya Başikê şermezar kir

Êvariya roja çarşem rêkkefta 23/04/2012, li kirdarekî terorîstî da otombîlekî bomberêjkirî li gundê (Bay Buxt)ê nahiyeya Başîkê hate teqandin û li encamê de heşt hemwelatiyên bêgûneh hatin şehîd kirin û sih kesên din jî birîndar bûn.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tundî wê kirdara terorîstî şermezar dike û serxweşiyên xwe bi kesukarê şehîdên wê karê terorîstî radigihînîn û hêviya başbûnê jî ji bo birîndarên wê karesatê dixwazîn. Daxwaz ji aliyê peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin hemû amadekarî û kirdarek ji bo yarmetîdana qurbaniyên vê rûdawa diltezîn bikin. Li heman demî de daxwaz ji aliyê peywendarên îdarî û emniyê navçeyê dikin, demeke kurt de wan kes û grûpên li pişt vê kirdarê eşker bikin û wan bigihin sizayên xwe yên yasayî.

Bi armanc kirina xuşk û birayên Şebek û pêkhatên neteweyî û olî, ji aliyê terorîstan ve hewlekî nemirovaneye ji bo dirustkirina derz û dijminayetiya li nav pêkhatên Iraqê. Dûpat jî dikîn, Hikûmeta Iraqa Federal berpirse ji parastina canê hemwelatiyan û pêwîste dawî bi rewşa ne emnî bê ku jiyan û bexteweriyê li xelkê Iraqê de nehiştiye.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

24/04/2014

Back to top button