Amerîkayê pêşwazî li însiyatîva Barzanî kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê eşkere kir ku, di destpêka meha nîsana îsal de hikûmeta herêma Kurdistanê dê rojê 100 hezar bermîlên neftê bo derv ebişîne:
– Gotûbêjên me digel Bexdayê li ser pirsa hinartina neftê û dosyeya budceya giştî berdewam in û heta nuha ev gotûbêj negihiştine çu rêkeftinan. Hikûmeta herêma Kurdistanê, wek destpêşxerî û niyetpaqijî, pêşniyar kiriye ku, bi hinartina neftê derfeteke din bide danûstandinan. Heta em digek Bexdayê digihin rêkeftinekê, hikûmeta herêma Kurdistanê dê di 1ê nîsana 2014ê de rojane 100 hezar bermîlên neftê bo derve bişîne.
– Hikûmeta herêma Kurdistanê çû şertên pêşwext jibo vê însiyatêvê nîn in û di heftiyên bê de em dê mekanîzma hinartina berhemên nefta herêma Kurdistanê û rêvebirin û kontirolkirina dahatiniyê firotina neftê digel Bexdayê gotûbêj bikin. Hikûmeta herêma Kurdistanê, di hemû rewşan de, li gor destûra bingehîn a Îraqê dê mafên xwe biparêze.
Serokwezîrê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku, sefaretxaneya Amerîkayê a li Bexdayê pêşwaziyê li biryara hikûmeta herêma Kurdistanê ku, di destpka meha bê de rojane 100 hezar bermîlên neftê bo derve binêre, dike. Herwesa Amerîka pêşwaziyê li pabendbûna hikûmeta herêma Kurdistanê s jibona berdewamîdan bi hinartina neftê heta ku, Hewlêr û Bexda li ser pirsa rêvebirina sektora neft û gazê digihin rêkeftinekê.
Li dor berdewamiya danustandinan ji bona gihiştin bi rêkeftinekê digel Bexdayê, serokwezîrê Kurdistanê got ku, Amerîka dê li ser rola xwe ya navbênçiyê û bêterefiyê berdewam be û hêsankariyan pêşkeşî berpirsên Hewlêr û Bexdayê bike, ev jî di çarçoevya rêkeftina stratejîk a navbera Amerîka û Îraqê de ye.