Xandina 7 sembolên efsaneya Newroza Pîroz
Ez dixwazim, di vê nivîsê de bal bikêşim li ser çewaxandina remzên(sembolên) efsaneya Newrozê. Armanca vê nivîsê, ne lêkolîne li ser rastî yan ne rastiya tarixî ya serhatiya newrozê. Armanc ne ewe ku lêbigerhim ka gelo ew serhatî, cîrok û kesatiyên di vê destaneyê de, derbazdibin û dihêne gotin, rastiyên dîrkîne yan nîne. Ev babetek cudaye, ez behsê wê nakim.
Di hemo efsanan de, tiştê giring wezîfa wê ya civakî û bandore li ser xelkê. Ev bandor û wezîfe jî bi saya sembolên di efsanan de hene, dihêne kirin. Tishtê ku jibo min giring ewe: di vê nivîsê de çend dîtinan û şirûvekirinan di derbarê remzan (sembol) û ankuyên wan yên civakî û siyasî de, diyar bikim.
Rastiya maztirîn ya vê efsanê ewe ku bandorek xurt, li ser civata Kurdî, le ser xelkê heye. Ev bandor piraliye : siyasiye, civakiye, çandiye û geleriye. Ew bandor sal bo salê xurtir dibît. Vê rastiyê bingehên xwe, rihên xwe di dîroka gelê Kurdistanê de,bi kûratiya dîrokê belavkrîne û çiqên xwe di esmanê paşeroja gelê kurd de, her sal dirêjtir û bilintir diketin. Gelê me,her dem ev efsaneye , di edebiyate xwe ya devkî û nivîsî de, her wesan di jiyana civakî û siyasî de jî zindî kiriye. Ahmedê Xanî, di destana Memûzînê de, 121 bendên helbestan li ser Newrozê nivîsîne, ( malika 471 ta 592). Ew bi dirêjî behsê hazirî û beşdariya hemo çînên gelê kurd di şahiya Newrozê de diket. Wek numune, li van çend bendên jêrî, ji Memûzînê binêrin :
« Ya’nî ku dihate burcê, sersal * qet kes ne dima dimesken û mal » ( Akno « bilcumle diçûne der ji malan * heta dgeheşte pîr û kalan »
« roja ku dibûye î’dê newroz* ta’zimî ji bo dema dil evroz »
« sahra û çîmen dikirne mesken * beyda û dîmen dikirne gulşen «
(Memûzîn 487-490)
Efsane û bandorên civakî.
Efsane (bi inglizî Myth û bi Fransî Mythe) ne serhatiyên beraqlane ne, hind pirtên (unsur) naveraka wan, bi tarixê û bi zaniyarî ne hêne isbatkirin, belê ewan hoyên civakî (adet) yên giring afirandîne û bandorên mezin yên civakî, candi, siyasî û beweriyên gelerî, bi kûratiya dûrokê, li ser civatên mirovan peydakirîne. Jiber vê yekê ew bûyîne parçeyek sereke ji mîratê civakê, bûyîne bingehên mezin û cafkaniyên bi rumet.
Gora mytholojiyê (efsanenasiyê), heft curên efsan hene, yek jiwan, efsaneya avakirnê ye (Foundation myth)
Ji bo vî curê efsaneyan dihête gotin « efsaneyên avaker » lewma wan hoy, bawerî, adetên civakî yan siyasî afirandîne. Pir xelkên kevin, efsanên avaker hene. Wek Sumeran û xelkên mesopotamî, Yunaniyan, Misriyên kevin û Romanan.
Yek ji numeyên efsaneyên avaker, efsaneya « Romulus et Remus » ku bo avakirina bajarê Rom (paytexê impratoriya Romanî), û bo vê impratoriyê bi xwe jî, bibû cavkanî û binyatek sereke. Kevintirîn Efsana nivîsî, efsaneya binyat sumerî, Gilgamêşe ku dora 2650 salan berî miladê peyda bûye û roleke mezin di çand û baweriyên Mesopotamya de, di zemanên kevin de, hebû.
Efsaneya Newroz
Ev efsane, yeke ji efsaneyên cihanî yên giringtirîn û kevintirîn, ew berî niho bi dora sê hizar salan peydabûye û bandora wê ya civakî û siyasî hêj nihû jî, berdewame û mohra xwe li ser bawerî û hoyên civakî yê beşek mezin ji xelkên Rojhelata Navîn, Asya-Merkezî û Qewqasya danaye. Ew yeke ji kêm efsaneyan di cihanê de, ku bandorên durûdirêj û berdewam kiriye û hêj diket.
Efsaneya Newroz, jibo gelê kurd taybetiyek mezin heye. Lewma ji vê efsaneyê, diyar dibît ku têkiliyek dualî di navbera peydabûna xelkê kurd û wê de heye. Bi gotinek din, dema mirov wê dixwûne, diyar dibe ku xelkê kurd ev efsane afirandiye û bi vê efsaneyê Kurd peyda bûne. Lê bila ne hête jibîrkitrin ku em bes behsê efsanê dikin, behsê tarîxê nakeyin û aliyê zanistî nakeyin. Tiştê pir giring, şirûvekirin û aşkerakirina remzên (symbol) wê ye. Lewma di wê de, birek remzên piranko (mena) hene, wanan tesîrên civakî, siyasî yên mezin û berdewam çêkirîne.
Kurtiya efsanê :
« Padişahek bi nave Zehak hebû, du kulik di milên wî de çêbibûn, di her yekê de, marek derketibû. Qiral Zehak ferman dabû ku ew kulik bi mejiyên mirovan bihên dermankirin, jibo vê yekê her roj du kes dihatin kuştin û bi mejiyên wan dihatin demankirin. Paşê jibo dermankerina wî, her roj mirovek û pezek dihatin kuştin û kesê duyemîn dihate serbest kirin. Kesên serbestkirî diçûne nav çiyan, li wêrê diciviyan, paşê xelkek ji wan kesan peyda bibû, wî xelkî bi serokatiya hesingerekê ku navê wî Kawe bû, serhildan kirin. Zehak dihête kuştin, bi vê munasebetê li cihên bilind agir di hête hilkirin. Ji wî xelkî, gelê kurd peyda bûye. Roja kuşina Zehak bûye cejin û navê wê bûye Newroz » Ew roj di teqwîma hemdem de dibîte 21 adarê. Ji hingê heya îro ev Roj dihête bîranîn, dihête pîrozkirin. Ev tarix bûye delîva şahiyê, bûye sersala nû û ew roj bi newroz yan Nevroz (roja nû) hatiye navkirin.
Ev efsaneye, tijîye ji remzan (Sembolan). Wan ankuyên mezin û kûr hene. Ez dê hewuldim bi kurtî li ser van remzan çend dîtin û şuraveyan diyar bikim.
Di vê efsaneyê de 7 remzên sereke hene, heryek ji wan giringiyek civakî yan siyasî ifade diket.
1. Mil : Herweku me li jor got : « du mar di milên Zehak de derkeftibûn» Mil remza berpisyariyê û desthilatdariyê ye. Di zimanê kurdî de û di pir zimanên din de, peyva mil ji bilî ankuya xwe eslî ku bingeha destiye, bi ankuyên cuda dihêt, wek berpirsyarî û hejmarek din ji ankuyan. Di pir gotên mazinan de, di çîrok û stranan de, mil bi ankuya berpirsyariyê jî dihête bikaranîn. Dihête gotin filan kesê milê xwe ne da ber filan şolê, anku berpirsyariya wî ne girte ser xwe. Di vê efsaneyê de, peyva « mil » dikare bibe sembolê hukumranî û desthilatdariyê.
2. Mar : Mar remze ji bo neçakiyê û dijminîtiyê. Mar wek dijmunê mirovan dihête hesibandin. Pir serhatî li ser maran hene, wek serhatiya Adem Hewa û qewutandina wan ji Cenetê. Mar jehrê di cismê xwe de çêdiket û mirovan pê dikijît. Mar, di milên qiral zehak de, di hête wateya ku hukumdariya wî, pir bi zulim û zordarî bû. Di vê efsaneyê de mar dibe sembola vê zulmê li ser xelkê.
3. Mejî : Ji bilî ankuya wî ya bingehîn, mejî bi ankuyên din jî dihêt, ya ji hemoyan giringtir, zanin, têgeheştin, aqilmenî ye. Dihête gotin filankes mejî cucuke, anku kesek kêm zekaye ; yan mejî reşe anku teledînin, şite. « Zehak derdê xwe bi mejiyê mirovan derman dikir » Ev dihête wateya ku ew hukumdarek zalim bû. Ji bo ku vê desthilatdariya xwe bidomîme, kesên hêja û berkeftî yên ku wek mejiyê xelkê bûn dikushtin. Bi kushtina wan xelk ditirsand û mergê (temen)hukumdariya xwe dirêj dikir.
4. Hesin : Ev peyve, ji bilî mitayê ku bi hesin dihête navkirin, bi ankuya hêz, karîn û quwet jî dihête bikaranîn. Hesin remze jibo hêzê, karînê û berxwedanê. Di vê efsanê de, hesin sembbolê hêzê, quwet, îradeya xurt û berxwedanê ye, li dijê desthilatdariya zordar û bê dad.
5. 21 adar : Ev tarixe pir giringe, lewma ew dema dawiya zemanekê û despêke zemanek din diafîrînît. 21ê adarê remza serkeftina rojê ye li dijê şevê, lewma di vê rojê de, roj ji şevê direêjtir dibît. Ronahî ji tariyê pirtir dibe. Demsala biharê bi wê destpêdiket. Di vê demsalê de, jînek nû di xwzayê de destpêdiket. Xwza xwe nudiket, teyro tewar amadekariya kurkbûna xwe dikin, pez û heywan dizên, dexil û dahin şîn dibin, gil û giya û fêkê, ji nû ve şîn dibin. Ji ber vê yekê salek nû destpêdiket. 21ê adarê di efsaneya Newrozê de, sembolek piranku û pirmanaye di jîna civakî û siyasî de jî.
6. Agir : Agir remza ronahiyê ye, ew tarîtiyê direvînît, di şuna wê de, ronahiyê dihîne. Tarîtî sedeme jibo nezaniyê, jibo xeletîyan, jibo neheqiyan, tarîtî didil de, her wesan diserî de, di dîtin, hizr û baweriyan de, felaketan jibo mirovîtiyê peyade diket. Hilkirina agirî li cihên bilind amace diket bi belavkirina ronahiyê, da ku her kes bi wê rêya rast bibinin. Bi ronahiyê, rastî dihête dîtin, dad cihê xwe bigirît, qencî û xirabî ji hev dihêne vavartin. Agir ronahiyê didet, ronahî jî rê li ber mirovîtiyê zelal diket û dibîte sedemê pêşveçunên madî û manawî. Ji ber vê yekê, agir di dînê Zerdeştî de, di dînên îranî yên kevin de û di pir çandên cihanê de, pîroze. Heta niho jî, li pir navçeyên Kurdistanê, xelkê kurd bi agirî sond doxet. Hilkirina agirê newrozê dibe sembol bo van akuyên mezin û giring di civata mirovîtiyê de.
7. Nevroz(Nawroz) : Yanbêjin roja nû. Bi çêbûna van remzan (sembolan) rojek nû demek nû destpêdiket. Newroz remza nukirina jînê ye, ûmûdê didet ku demek nû ku ji yên borî baştir destpê biket, mirov berê xwe bidete paşerojê (dema werê) ne ku li ser zemanê borî bigirît û bi hesreta salên borî bijît. Anku bila mirov her dem bixebitît da ku şert û mercên nû biafirînît, da ku paşeroja xwe baştir biket. Civatek baştîr, zanatir, civatek pêşketîtir peydabibît. Civakek adil, bi hêz, azad , destilatdariyek kêrhatî, berpirsyar û di xizmeta gel de.
Efsaneya Newrozê bi van sembolan umud, daxwaz û hêviyên nû peyda diket. Ji ber vê yekê ye ku ew bi hizaran salin dijît, û bandora xwe li ser civatan, li ser gelan didomînît. Her sal dibîte delîveyek mezin jibo şahiyên gelerî, bicuk mazin, jin mêr û hemo çînên gel beşdar dibin, wê pîrozdikin û bi wê şah û bextiyar dibin.
Efsaneya Newroz û rewşa Rojhelata Navîn :
Cejna newrozê jibo bizav û doza gelê kurd taybetmendiyek mezin heye, lewma remzên wê pir pabendin di gel rewş û dîroka hemdema kurdî. Bi dehan salin ku tekoşîna gelê kurd û armancên wê di gel remzên vê destanê bi awayek diyar û berçav dikonjin. Herwesan ew jibo hemo gelên Rojhelata Navîn, rohniyê didet û gora daxwaz û azadiyên wan dikarît bihête şirovekirin. Ideolojiyên totlîter û zalim wek maran di milên dîktatoran de, wek di milên Zehak de, peyda bûyîne. Van diktatoran, jibo ku bikarin bi dilê xwe hukumbikin, azadiyan û mafên gel biperçiqînin, gel jibo xwe bikin kule, dijberên xwe (opposisyonê) diperçîqînin û kesên hêja û berkeftî ku jibo civatê wek mejîne fizikî û manawî dikujin, bi vî rengî mejiyê xelkê derdixînin û xwe pê rihet dikin. Xelkên rojhelata navîn ji van rejîman nerazî bûn. Kesên ku vê rewşê qebul nakin peyda bûn û wekû Kawe, xelk bi pey wan ketin û li dijê rejîman tekoşîn didin.
Bîrobaweriyên demokratik, tekoshîna azadiyê û mafên mirovan, wek agirî ronahiyê didin, rêyê vedikin, di hêlin ku xelk rêya xwe bibinît û bi vê yekê ronahîya demoqrasiyê zora taritiyê dibet, çaxek nû peyda dibît û dibîte nevroz (rojek nû ).
Dr.Musa Kaval
[email protected]