Polîtîk

Dengê xwe bidin kandîdatên Kurd û Kurdistanî!

 

DAXUYANÎ JI BO RAYAGIŞTÎ

 

Hevwelatiyên hêja,

Dengê xwe bidin kandîdatên Kurd û Kurdistanî!

Li Turkiyê, di dawiya meha Adarê de, hilbijartinên şaredariyê pêk tên; bêguman ev hilbijartinên herêmî û yên xizmetê ne. Wekî tê zanîn, xizmeta belediyan bi alîkariya erk ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, em, hemû hevwelatiyên xwedîray berî ku dengên xwe bikar bînin vê rastiyê li berçav bigrin û li gor wê hilwest bigrin.

Xwezayî ye, ji bo xizmetkirinê kesayetiyên welatperwer û kurdistanî bihên hilbijartin. Lê mixabin, di rewşa niha de xizmeta ku tê xwestin, nayê dayin.

Ji ber ku ev hilbijartin yên herêmî ne kesên ku wek kandîdat têne nîşankirin divê ji herîmê bin; kesayetiyên ji bo partiyên xwe û derdora xwe xizmetê bikin, bin. Ew divê bikaribin xizmeta bajarên xwe bikin da ew bajar di pir waran de bi pêş bikeve.

Kandîdatên kurdistanî bi kêmasî divê zimanê xwe bizanibin û bi zimanê xwe bi milet re peywendî deynin. Da ku êş û elama  miletê xwe fêm bikin. Herweha li Kurdistanê, dema hevwelatî ji bo partiyeke siyasî yan jî kesayetiyek dengên xwe bikar tînin divê kesayetiya kandîdat û rewşa wê partiya siyasî baş li berçav bigrin.

Bi tevî ku ev hilbijartin ne hilbijartinên çareseriya pirsa kurd û Kurdistanê ne dîsan jî, em hêvîdar in ku gel dengên xwe bidine kesayetiyên ku li nirxên netewî xwedî derdikevin. Dengê xwe bidine kesên Kurd û Kurdistanî.

Di van hilbijartinan de serkevtina kesayetên kurd û kurdistanî girîng e. Dibe ku hin kes û derdor van hilbiojartinan weke hilbijartinên ”çareseriya pirsa kurd” nîşan bidin lê rastî ew ku ev hilbijartin, hilbijartinên xizmetê ne û weke hat diyarkirin ne yên çareseriya pirsa kurd û Kurdistanê ne.

Wek PDK-Bakur, wekî hertim hatiye diyarkirin, mafê miletê kurd yê netewî bingehîn e.

Şeref û şanazî ji bo şehîdên Kurdistanê!

18.02.2014

PDK-Bakur

Back to top button