FlaşPolîtîk

Rewşa Partiya Nû di encam rapirsîna 3 Dezgehên Rapirsî nê de çiye?

Nivîskarê rojnameya Hürriyet a tirkî Abdulkadir Selvi encamên sê Dezgehên rapirsînê parve kir û rave kir ku, dema ku dengdêrên bêbiryar têne belavkirin. rêjeya dengên Partiya Nû çawa diguhere Li gorî GENAR, rêjeya dengên partiyê piştî belavkirina dengdêrên bêbiryar %15,5, li gorî Betimar %21,5 û li gorî ASAL Research %25 e.

Gotara Selvi di vê derbarê de wiha ye:

“Partiya NÛ dê di 14-15ê Mijdarê de kongreya xwe li dar bixe. Ev kongre girîng e ji ber ku bandora Ekrem Îmamoglu dê kêm bibe, û Özgür Özel dê giraniya xwe li ser partiyê deynê. Lêbelê, pirsgirêkek heye. Partiya NÛ gaveke ku tê hêvîkirin neavêtiye. Du ji sêyan bingeha CHPê ber bi Partiya NÛ ve çûye, lê yek ji sêyan di CHPê de maye. Di rojên destpêkê de, hin rapirsîna pêşbînî dikirin ku rêjeya dengên Partiya NÛ di navbera %38 û %41-42 de be. Lê sê anket li ber me ne.

Tevî belavkirina dengdêrên bêbiryar jî, rêjeya dengên Partiya NÛ li gorî GENAR %15,5, li gorî Betimar %21,5 û li gorî ASAL Research %25 e.

Partiya NÛ nekarî wî bayê destpêkê veguherîne bahozekê. Ji bo vê çend sedem hene. Fiyaskoya di doza Ekrem Îmamoglu de, zîgzagên di pêvajoya ‘Tirkiyeya Bê Teror’ de, hemî ew bayê Partiya NÛ qut kirin. Di Referandûma ‘Tirkiyeya Bê Teror’, hinan dengê erê dan, hinan jî dengê na.” Ji ber vê yekê, ji Partiya NÛ ber bi IYI partiyê ve guhertinek rijeya % 3 çêbû. Neteweperest ber bi IYI Partiyê ve çûn. Partiya NÛ dê ji aliyekî ve bi IYI Partiyê re û ji aliyê din ve jî bi CHP re pêşbaziyê bike.”

Back to top button