
Ji bo Statûya Şingalê û çarenûsê nişteciyên deverê, divê xelk bi xwe bi îradeyek azad helwesta xwe diyarbikin.

Dara Bilek
Pêwîst e pirsa Şingalê ji aliyê Kurdan ve baş bê têgihîştin, da ku siyaseta PKK’ê ya li dijî berjewendiyên neteweyî baştir bê fêmkirin. Rola PKK’ê li Şingalê bi temamî di xizmeta milîsên Heşda Şeibî û Bexdayê de bûye.
Dema rêxistina terorîst a DAIŞ’ê bajarê Mûsilê dagir kir, di 3’yê Tebaxa 2014’an de Şingal jî xist bin kontrola xwe. Beşek ji xelkê Şingalê vekişiyan çiyayan, beşek bûn penaber û beşeke mezin jî bûn qurbaniyên komkujiyên hovane. Bi hezaran keç, jin û zarokên Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin û DAIŞ’ê karesateke mezin pêk anî.
Di vê tevlîheviyê de, PKK’ê bi riya medyaya xwe dest bi şerê li dijî PDK û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir. Di heman demê de, hewl dida ku li ser pişta penaberên Kurdên Êzidî bazirganiyê bike; bi hezaran kes li hemberî pereyan ji sînor derbas kirin û bi dijberiya Pêşmergeyan bazirganiya siyasî kir.
Rizgarkirina Şingalê û Qehremaniya Pêşmergeyan
Tevî hemû xirabî, propagande û dezenformasyonên PKK’ê, Pêşmergeyên Kurdistanê bi her awayî ji bo rizgarkirina Şingalê ji destê DAIŞ’ê di nava hewldanan de bûn. Di 12’ê Mijdara 2015’an de, bi fermandariya Serok Mesûd Barzanî û bi beşdariya nêzîkî 8 hezar Pêşmergeyan, operasyona mezin a rizgarkirina Şingalê dest pê kir. Di encamê de DAIŞ hate têkbirin û Şingal hate azadkirin.
Di şerê azadkirina Şingalê de, ji bilî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê tu hêzeke din cih negirt. Lê dîsa jî PKK’ê dest bi propagandeyên derewîn kir ku kaşo di rizgarkirina Şingalê de roleke wan a mezin heye. Lê belê, çavdêrên medyaya cîhanî û kanalên Kurdistanê bi belge piştrast kirin ku tenê Pêşmergeyan bi fermandariya Serok Barzanî bajar ji destê DAIŞ’ê rizgar kiriye. Di vê heyamê de, ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve ofîseke taybet jî bo rizgarkirina keç û jinên Kurdên Êzidî hate damezirandin û bi hezaran kes hatin rizgarkirin.
Peyama Dîrokî ya li ser Çiyayê Şingalê
Di 13’ê Mijdara 2015’an de, Serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê Mesûd Barzanî, li ser lûtkeya Çiyayê Şingalê di konferanseke rojnamevaniyê de mizgîniya serkeftinê ragihand. Wî bi taybetî destnîşan kir ku ev serkeftin bi xwîna şehîdan û tenê bi destê Hêzên Pêşmerge, bi piştgiriya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî pêk hatiye.
Di daxuyaniya xwe ya dîrokî de Barzanî got: “Li Şingalê, bi xwîna Pêşmerge destanek hate nivîsîn. Me soza ku dabû xwişk û birayên xwe yên Êzidî bi cih anî. Ez ji ser Çiyayê Şingalê mizgîniya rizgariyê didim. Me tola xwe stand. Pêşmerge bi merdane tola xwişk û birayên Êzidî hilaniye. Bila her Êzidiyek serbilind be û her keçeke Êzidî bi coş bêje ‘Ez keça Kurd im û sembola şeref û berxwedanê me’.”
Serok Barzanî hişyarî da dijminan û got: “Ger careke din bajarek an jî herêmeke Kurdistanê bê dagirkirin, wê dagirker bedêleke pir mezintir bidin.” Wî her wiha bang li Bexda û civaka navneteweyî kir ku ji bo jinûve avakirina bajêr alîkar bin û destnîşan kir ku ew ê daxwaz bikin Şingal bibe parêzgeh.
Xiyaneta 16’ê Cotmehê û Radestkirina Şingalê
Piştî referandûma serxwebûnê, di 16’ê Cotmeha 2017’an de artêşa Iraqê û Heşda Şeibî êrîşî herêmên Kurdistanê yên nakok kirin. Hêzên Pêşmerge ji bo parastina xakê (wekî destanên Pirdê û Sihêla) berxwedaneke mezin nîşan dan. Lê mixabin, ji ber xiyaneta 16’ê Cotmehê û helwesta YNK û PKK’ê, Kerkûk radestî hêzên Iraqê hate kirin.
Di vê qonaxê de, çekdarên PKK’ê li kêleka Heşda Şeibî cih girtin û eşkere kirin ku ew Şingalê wekî xaka Iraqê dibînin û rê nadin Ala Kurdistanê lê bê bilindkirin. Di encamê de, Pêşmerge ji bo parastina xalên stratejîk neçar man ji Şingalê vekişin û desthilatdarî ket destê Bexda û Heşda Şeibî. Çekdarên PKK/YBŞ’ê bûn beşek ji Artêşa Iraqê, Ala Kurdistanê anîn xwarê û tenê Ala Iraqê bilind kirin. Ev yek, PKK’ê dike astenga herî mezin li pêşiya tevlîbûna Şingalê bo ser Herêma Kurdistanê.
Peymana Şingalê û Metirsiya Demografîk
Tevlîbûna van çekdaran di nav Artêşa Iraqê de, berovajî û binpêkirina eşkere ya Peymana Şingalê ye ku di Çiriya Pêşîn a 2020’an de bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatibû îmzekirin.
Pirsgirêka sereke ew e ku piraniya ew kesên bi navê Şingalê tevlî Heşda Şeibî bûne, ne xelkê resen ê bajêr in; beşek ji wan ji Rojava yan jî Bakurê Kurdistanê ne û nasnameyek Iraqî ji wan re hatiye derxistin. Ev rewş dikare di pêşerojê de bibe pirsgirêkeke mezin a demografîk.
Li gorî rastiyê, pêwîst e xelkê resen ê Şingalê bi îradeya xwe ya azad çarenûsa xwe diyar bike. Bicihkirina Peymana Şingalê dikare bibe sedema ji nû ve avakirina bajêr û vegera penaberan. Şingal axa Kurdistanê ye, di çarçoveya Madeya 140’î de ye û divê statuya wê tenê bi encama lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê bê çareserkirin.
28.10.2026


