
Di êrîşa bi mûşekên balîstîk de ku ji aliyê Hûsiyan ve li ser kampa perwerdeya leşkerî ya li nêzî bajarê Ataq li parêzgeha Şebwa ya Yemenê ye, ziyanên canî zêde dibin. Parêzgerîya Şehbayê ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 58an.
Di êrîşê de zêdeyî 200 leşker birîndar bûne. Hat ragihandin ku rewşa tendirustiya hin birîndaran giran e, tê texmînkirin ku hejmara miriyan zêdetir bibe.
Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike bi sê mûşekên balîstîk êrîşî kampa perwerdeya leşkerî ya li parêzgeha Şebwa ya di bin kontrola hikûmeta Yemenê de, ku ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin, kirin.
Li gor tesbîtên ewil, hat ragihandin ku di êrîş de 53 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê bi nirxandinên paşê re hejmara miriyan derket 58an.


