FlaşPolîtîk

ENKS dîdara MERI rexne dike..!

Nevxwendina aliyên resen ên tevgera siyasî ya Kurdî parçeyên din ên Kurdistanê bo dîdara MERI gelek karvedan derxistin û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî daxuyaniyeke di vê derbarê de belav kir û guhdan û şopandina Baregaha Barzanî ji vê pirsê re bilind nirxand.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di daxuyaniyek de got, vexwendinên ku dîdara MERI dişîne ji bo mêvankirina kesayetî û ekadîmînas û kesên giringiyê didin karûbarên Kurdî nexasim doza Kurdî li Sûriyê divê avakirî bin li ser pirensîpa hevsengî û giştgiriyê û tevaya aliyên siyasî yên Kurdî li xwe bigirin û di destpêkê de ENKS û partî û hêzên siyasî yên din.

Got jî, paşgukirina aliyekî siyasî yê sereke û rola wî di nûnertiya xwestekên miletê Kurd de, nameyên nerênî bo raya giştî ya Kurdî dişîne û xizmeta yekhelwest û diyaloga berpirsane nake.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî guhdan û şopandina Baregeha Barzanî ji vê pirsê re ji bo rastkirina kêmasiyê, bilind nirxand.

Beriya Daxuyaniya ENKS, ji aliyê xwe ve Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê got, Derbarê lidarxistina dîdara Meri 2026 li Hewlêrê, mixabin, dîdarê îsal nikaribû piralîtiya siyasî bi awayekî guncaw berçav bigire û bi ser neket.

Baregeha Barzanî da zanîn ku, Diviyabû nûnertiya doza gelê Kurd li parçeyên Kurdistanê bi beşdariya hemû aliyan li dîdarê bihata kirin.

Back to top button