
Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Cemîl Tugay tevlî AK Partiyê bû. Erdogan nîşana AK Partiyê da Tugay. Tugay di daxuyaniyekê de got, “Ez bi bawerî û îman tevlî vê rêxistinê bûm û di bin serokatiya Serokkomarê me de, ez hatim ku di rêya wan kesan de ku xwe ji bo avakirina Tirkiyeyek mezin û bihêz û neteweyek bê dijberîya aliyan û dabeşbûnê feda kirine, tevlî we bibim.”
Bi vê yekê cara ewile ku bajarê Îzmîrê dikeve di bin desthilatiya AK Partiyê de. Wek tê zanin her demî li bajarê Izmîrê CHP serdikeviya û Izmîr wek kelha CHPê dihat zanîn. Lê piştî biryara Butlan ku, Kemal Kiliçdaroglu cardin bû serokê CHPê, serokê CHPê Ozgur Ozel li gel 91 parlementerî ji CHPê veqetiya û Partiya Nû avakir. Gelek şeredar ji CHPê xwe dan aliyekî tevlî AK Partiyê bûn. Herî dawî serokê Şeredariya Izmîrê ji ji CHPê veqetiya û demekî serbixwe ma û îro bi rewrismekî tevlî AK Partiyê bû.

Cemil Tukay Kîye:
Cemil Tugay sala 1967an, li bajarê Wanê ji dayik bûye, bizîşke û ji sala 2024an vir ve Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Îzmîrê ye. Sala 2019an heta 2024an wek Şaredarê Şaredariya Karşiyaka navçeya Izmîrê bû.


