
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Cotmeha 2026an, pêşwazî li Serokê Taîfeya Suryanî ya Ortodoks a li Herêma Kurdistan, Mûsil û Kerkûkê, Metran Mor Nîqodîmos Dawûd Metî Şeref, kir.
Di hevdîtinê de rewşa giştî ya krîstiyanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser kûrkirina zêdetir a pêkvejiyana aştiyane ya di navbera tevahiya pêkhateyan de hat kirin.


