
Serok Barzanî pêşwazî li Xemîs Xencer û şanda pê re kir; di hevdîtinê de rewşa giştî, astengiyên li pêşiya Iraqê di qonaxa bê de û hewlên ji bo çespandina aramiya li Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Baregeha Barzanî ragihand, Serok Mesûd Barzanî îro 1ê Cotmeha 2026an pêşwazî li Xemîs Xencer û şanda pê re kir.
Baregeha Barzanî amaje bi wê yekê kir, di hevdîtinê de derbarê rewşa giştî, zehmetî û kêşeyên li pêşiya Iraqê di qonaxa bê de û hewildanên ji bo xurtkirina aramiya li Iraqê gotûbêj hatin kirin.
Herwiha hat diyarkirin ku di civînê de behsa qonaxa bê ya Iraqê ya piştî bidawîhatina erkê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin û bal hat kişandin ser giringiya pêwendî û hevahengiya navbera hêz û aliyên siyasî yên Iraqê.


