
Baş tê zanîn ku miletê zêde dixwînin li pêş û medenî ne. Yên pir kêm dixwînin serobinî ne. Lewra jî xwendin mirovan serwextî gelek tiştan dike ku nivîsên baş ji bona milet û gelê xwe bi kar bînin an tînin. Bi saya xwendinê, miletê azad xwe bêtir bi pêşve dibin. Bêtir dibin xwedî demokrasiyeke rastin. Loma jî mafê hemî hemwelatiyên wan li gor qanûn û desthilatên wan misoger in.
Lê di nava miletê ne xwenda, nezanin ango cahilî zêde ye loma aqilên kesên nezan jî tim di çavên wan de ye. Ango ne bi fikir û ramanên xwe, li gor dîtina çavên xwe tevdigerin. Ji ber vê jî zû bi zû dibin qurmana nezaniya xwe û dikevin gelek çal, newal û dafikan. Yên nezan ji hizra neteweyî bêtir, şexsî ne. Ji ber vê yekê ez dibêjim her çiqasî nivîskarên kurd zêde bin, serxwebûn, azadî û serbestiya me jî li gor wê zêde be.
Min di du rojande xwenndina romana hêja û nivîskara bi rûmet, Vejîna Kurd ya bi navê “Nexşeya Êşê” xwend. Ev romana hêja ji 248 rûpelan pêk tê û ji aliyê weşanxaneya Ava li Kobanê hatiye weşandin. Hêvîdarim ku ev rojekê li bakurê Kurdistanê bê weşandinê.
Bi rastî jî vê romanê di dilê min de, di canê min de, di mejiyê min de gelek nexşên êşê çikand. Dema ku mirov dixwîne, tê de evîn û evîndariyek rast dibîne, lê li gor kevneşopiyên berê ew evîn nare serî. Êş û azarên têne dîtin, divê hûn bi xwe bixwînin û bêtir fêr bibin.
Hûnê bi xwendina vê romanê fêrî çand û kultura xwe ya kevnare bibin ku bê çawa di hin waran de ji bona pêşketineke baş, bû ye astend bibînin. Her weha di vê romanê de hûnê serwextî gelek tiştên ku hatine û dibe ku hê jî bêne serê keç û kurên me yên ku dil digirin, bibînin. Dilgirtin tiştekî rewaye, lê xwegihiştina wan dibe agir û pêtî ji ber kevneşopiya çanda kevn.
Ji bilî evîn û evîndaran ev roman bi me gelek tiştên din jî dide diyarkirin. Tevgera rojavayê Kurdistanê, wêranî û xerabkirina gund bajar û malan. Rev û xwe ji nava wî agirê xelaskirinê de li ser rêyên mirinê çi dibe û diqewime, bi me re dide zanîn. Reva ji welêt û bi cihbûna welatên ewropa û li vir jiyaneke çawa dijîn bi mirov dide fêmkirinê.
Ez ne şirovekarek im ku vê romana hêja ku divê her kurd bixwînin, şirove bikin. Lê dixwazim bêjim ku divê her kurd vê bixwînin. Ji ber ku him mijar girîng e him jî zimanê ku pê hatiye nivîsîn herikbar e. Bi vî zimanê şêrîn, xweş, zelal û delal mirov xweşiya zimanê xwe jî nas dike.
Ji xwe romaneke weke vê, ji nav destê jineke kurd hatibe nivîsên, bê xwendin û têgihiştina wê bêtir bi qîmet û rûmet dibe. Di romana xwe de hêja Vejîna Kurd daye îspatkirin ku romana kurdî ne kêmî tu romanên cîhanî ne. Wê dayî zanîn ku jina kurd jî ne kêmî tu jinên cîhanî ne. Heta bi vî halê xwe ji wan jî pêştetir in. Bawer bikin gelek tişt hene ku divê mirov li ser vê romanê binivîsîne lê ew ne karê min e.
Bi xwendina du rojan ya vê romana delal ez bûme xwedî gelek zanyariyên nû. Ez ketin nava bexçeyên nivîskariyê ku jineke kurd dikare ewqasî gulên xwe û renga reng biçîne, vî baxçî avadan bike, kulîlkan lê zêde bike û bi bêhnkirina her gulekê azadî û xweşiya gelê xwe jî, tîne zimên.
Destên te sax bin xuşka hêja nivîskara dilovan Vejîna Kurd ku te bi vê berhema xwe em birin xistin nava nivîskarên cîhanî. Destên te sax dilê te tim geş û mejiyê te her gav weha dewlemend be. Divê çend şirovekar û rexnegir vê romanê bixwînin. Bixwînin û bizanibin ku nivîskara hêja bi vê berhema xwe çiqasî qîmet û rûmeta romana kurdî di nava cîhanê de bilind kirî ye.
Tenê dikarim bêjim spas û mala te ava be ku te romaneke weha nivîsî ye…
Bûbê Eser


