FlaşPolîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Filistînê kir

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bi dawî hatina erka wî wek Konsulê Giştî yê Filistînê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li Balyoz Dr. Mahir El-Kerekî kir.

Di hevdîtinê de, rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê spasiya hewl û xebata birêz Dr. Mahir El-Kerekî ya ji bo pêşxistina peywendiyan di dema karê wî de li Herêma Kurdistanê kir, her wiha hêviya serkeftinê di erk û karê wî yê nû de xwest.

Ji aliyê xwe ve, birêz Konsulê Giştî yê Filistînê spas û rûmeta xwe ji bo Serokayetî û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê anî ziman ji bo wê alîkarî û piştgiriya ku di dema karê wî de pêşkêşî wî kirine, her wiha rûmeta xwe ji bo dostanî û peywendiya dîrokî ya di navbera her du aliyan de dubare kir.

Rewşa navçeyê û dawîn pêşhatan, mijareke din a hevdîtinê bû.

Back to top button