
Trump li Qesra Spî di bersiva pirsên li ser siyaseta derve de rave kir ku, ew bi awayê herî baş ji bo hilbijartinên kongreyê yên 3ê Mijdarê amade dibin û “destkeftiyên” xwe wiha rêz kirin:
“Me rê li ber Îranê girt ku çekên nukleerî bi dest bixe. Ev ne tenê ji bo Dewletên Yekbûyî lê ji bo tevahiya cîhanê destkeftiyek pir girîng e. Îran dê tu carî nebê xwedî çekên nukleerî. Em ê di demek nêzîk de di vî şerî de bi ser bikevin û her tişt dê biqede. Buhayên benzînê jî dê bi girîngî dakevin. Kesekî din nikarîbû vê yekê bi dest bixe.
Ger Îranê çekên nukleerî hebûya, îro Îsraîl dê tunebûya. Bi heman awayî, Rojhilata Navîn û Ewropa dê di bin gefên cidî yên Îraneke nukleerî de bin.”


