CîhanFlaş

Bessent: Em ê dorpêçên li ser Îranê tundtir bikin

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê got ku wî tîm şandine çar aliyên cîhanê da ku tedbîrên ji bo îzolekirina aboriya Îranê teşwîq bikin.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent  li ser Platforma X dibêje: “Bi fermana min, tîm ji çar aliyên cîhanê hatine şandin da ku bi welatan re têkilî daynin û daxwaza tedbîran li dijî Îranê bikin.û van hewldana encam destve anîne.”

Besent bal kişand ser rawestandina firînên Mahan Air ji aliyê Tirkiye û Omanê ve, di heman demê de Îmaratên Yekbûyî yên Erebî hemû firînên şîrketên hewayî yên Îranî qedexe kirine.

Desteya Giştî ya Hewayî ya Sivîl a Îmaratên Yekbûyî di daxuyaniyekê de roja Pêncşemê got: “Firînên şîrketên hewayî yên Îranî ji bo welêt û ji welêt ji îro heta agahdariyek din hatine rawestandin.”

Banka navendî ya Îmaratên Yekbûyî roja Çarşemê got ku dê li dijî şaxek Banka Neteweyî ya Îranê ji ber binpêkirinên têkildarî têkoşîna li dijî şûştina pereyan, fînansekirina terorîzmê û pêşxistina çekan tedbîr bên girtin.

Hefteya borî, Desteya Rêkxistina Bankayê ya Tirkiyeyê lîsansa Banka Neteweyî ya Îranê, ku bi salan e di bin dorpêçên Rojavayî de ye, betal kir.

Bessent got, “Rejîma Îranê encamên aborî yên şer jî qebûl kiriye ji ber ku nirxa pereyên wan Riyal gihîştiye astên herî nizm.”

Back to top button