
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKS yekirina Hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê pîroz kir, û weke gaveke girîng li gorî hêvî û omîdên gelê Kurdistanê bi nav kir.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di daxuyaniyekê de yekirina Hêzên Pêşmerge pîroz kir û got Têkoşîna Pêşmerge û qurbanîdanên wan ji bo berevaniyê di ber gelê Kurdistanê de li hember Enfal û çekên kîmawî û cînosayîd û terorê beşekî sereke yê dîroka Kurdistanê û avakirina destkeftên wê bûne.
ENKS di daxuyaniya xwe de got, Em temamkirina yekirina hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê pîroz dikin û vê gavê wekû gaveke dezgehî ya girîng û destkefteke mezin dibînin. ENKS got jî yekirina Pêşmerge yekbûna biryarê bihêz dike û lêvegera ewlehî û leşkerî ji bo parastina destkeftên Herêma Kurdistanê di nava Iraqeke Fedral û demokratîk de bihêztir dike.
*”Daxwaz û omîdên gelê Kurdistanê ye”
ENKS di daxuyaniya xwe de got Hewlên ku bûn sedem ji bo çêbûna vê yekirina ku Serok Barzanî û serkirdatiya Herêma Kurdistanê û Partiyên Kurdistanî pê rabûn bilind dinirxînin. Yekirina hêzên Pêşmerge daxwaz û omîdên gelê Kurdistanê pêk tîne, û bingehên seqamgêriyê li Herêma Kurdistanê di vê dema zehemt de bihêz dike.
ENKS di dawiya daxuyaniya xwe de got Girîngiya vê yekirinê ew e ku bibe bingeha temamkirina hevgirtin û bihêzkirina hemû dezgehên Herêma Kurdistanê, ji bo parastina destkeft û yekîtiya Herêma Kurdistanê û hevgirtina biryara wê ya siyasî, ewlehî û leşkerî.


