
Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Feransayê li Hewlêrê Emmanuel Mignot kir; konsul tekez li ser berdewamiya peywendiyên dîrokî kir û di civînê de nêrîn li ser bidawîhatina erkê hêzên hevpeymanan di Îraqê de li hev hatine guhartin.
Serok Mesûd Barzanî îro Pênşemê, 17ê Îlona 2026ê, li Pîrmamê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Feransayê li Hewlêrê Balyoz Emmanuel Mignot kir.
Di wê civînê de, Serok Barzanî destpêkirina karî li Konsulê Giştî yê nû yê Feransayê li Hewlêrê pîroz kir û serkeftin ji bo wî xwest, herwiha behsa çend rawestgehên giring ên peywendiyên dîrokî yên navbera gelê Kurdistanê û gelê Feransayê kir û ew peywendî wekî dostane û xurt wesf kirin.
Konsulê Giştî yê nû yê Feransayê li Hewlêrê jî tekez kir ku ew peywendî û dostîniya dîrokî dê berdewam bibe û bizavê dike li ser rêçika konsulên berê di pêşxistina wan peywendiyan de di warên cuda cuda de kar bike.
Her di wê civînê de pêşveçûnên dawiyê, rewşa deverê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û herwiha mijara bidawîhatina erkê hêzên hevpeymanan li Îraqê ketine ber behs û xeberan û nirxandin ji bo wan hatine kirin.


