FlaşPolîtîk

“Her dema alî bo pêkanîna hikûmetê amade bin, em amade ne.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku nabe pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de ji 14.14% kêmtir bibe, tekez jî kir ku wan bi navê Encûmena Wezîran reşnivîsa wê projeqanûnê red kiriye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pênşemê, 17ê Îlona 2026ê, di derheqa pişka budceya Herêma Kurdistanê di reşnivîsa projeqanûna budceya sala 2027ê de ji Kurdistan24ê re çend daxuyanî dan.

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Me tekez kiriye ku rêjeya Herêma Kurdistanê li gorî wê raporsiya wan bi xwe kiriye 14.14% ye, ev jî ji bilî ku deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê nehatine hesibandin, ji ber ku eger ew navçe bihatin hesibandin, rêje dê pir ji wê zêdetir bûya.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez li ser helwesta fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û got: “Ti rêjeyeke kêmtir ji wê rêjeyê ne dadperwerane ye me û bi navê Encûmena Wezîran jî bi rengekê fermî red kiriye.”

Herwiha di bersiva pirsyara Kurdistan24ê de, li ser pêkhatina kabîneya nû, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Her dema alî bo pêkanîna hikûmetê amade bin, em amade ne.”

Back to top button