
Garip Kandemir ji Partiya DEMê bi tundî rexne li Komiteya Şêwirmendiya Bilind a Amedsporê kir.
Garip Kandemir, ku di hilbijartinên herêmî yên dawî de ji Partiya DEMê namzetê hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê bû, bi tundî bertek nîşanî biryara dawî ya Lijneya Şêwirmendiya Bilind a Amedsporê da. Garip Kandemir di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hatiye weşandin, diyar kir ku ev biryar neqanûnî ye û bang li endamên lijneyê kir ku “vê biryara xelet betal bikin”.
Kandemir, di peyama xwe de ku bi sernavê “Banga ji bo kesên ku biryara dawî dane û yên ku piştgirî dane wê: Me tiştê ku we kiriye ji bîr nekiriye” parve kir, bal kişand ser nirxa sembolîk a ku klûb(Yana) ji bo bajar û gelê wê heye. Kandemir, bi îdiaya ku Amedspor nikare wekî amûrek ji bo berjewendiyên kesane û aborî yên çemberek teng (grubekî teng) were bikar anîn û wiha got:
“Têkoşîna gel nikare veguhere qada hêz û bandora çend kesan. Nirxên ku gel bi salan ava kirine nikarin ji bo hêza aborî, serdestiya kesane, an berjewendiyên çemberên teng werin bikar anîn.”
Kandemir di daxuyaniya xwe de bal kişand ser aîdiyet û rewatiya klûbê, desthilata biryardanê û rewatiya Lijneya Şêwirmendiyê pirsî û berteka xwe bi van gotinan domand: “Rewatiya ku ji gel nayê wergirtin ne rewa ye. Nirxên gel (AMEDSPOR) ne milkê desteya şêwirmendiyê ne. Têkoşîna gel aîdî gel e. Biryara dawî ya desteya şêwirmendiyê ne rewa ye. Ev nayê qebûlkirin.”
Komîteya rêveberî û şêwirmendiya Amedsporê di civinekî deev biryar girtin:
Guhertina Serokatiya Komiteya Şêwirmendiyê: Piştî biryarek ku di civîna Lijneya Şêwirmendiyê ya Amedsporê de hat girtin, Metin Kılavuz, ku ji bo Meclîsa Partiya DEMê hatibû hilbijartin, ji wezîfeya xwe îstifa kir. Di encama dengdanê de, Nesih Aktepe bi yekdengî wekî serokê nû yê lijneyê hat hilbijartin.


