FlaşPolîtîk

Nêçîrvan Barzani: Em ber bi avakirina kabîneya nû ve di rêça rast de diçin

Piştî beşdarbûna Lûtkeya Aborî ya Silêmaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê ji rojnamevanan re got: “Em ber bi avakirina hikûmetê ve di rêyeke rast de diçin. Em ê van rojan bi merasîmekê yekbûna hêzên Pêşmerge bi fermî ragihînin.”

Serok Nêçîrvan Barzani got: “Di demek nêzîk de merasîmek heye, hemû hêzên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de hatine komkirin û em ê van rojan bi fermî ragihînin.”

Barzani got: “Ez nikarim bêjim kabîneya nû kengê dê were avakirin, lê ez dikarim tiştekî bibêjim. Di navbera serokwezîr û cîgirê wî, di navbera hêzên ewlehiyê û di navbera her du buroyên siyasî de hevdîtinên baş çêbûn.”

Wî got: “Îro ez dikarim bêjim ku em ber bi avakirina hikûmetê ve di rêyeke rast de diçin, lê ez nizanim kengê.”

Back to top button