FlaşPolîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Berpirsê Nû yê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir

Nîvroya îro Duşem 14.09.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de digel birêz Balyoz Steven Fagin, Berpirsê Nû yê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, pîrozbahiyê lê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest, herwiha amadehiya tevahî ya Herêma Kurdistanê ji bo piştgirîkirin û serxistina erkê wî dupat kir.

Di hevdîtinê de peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Amerîkayê, pêşxistina hevkariya hevbeş di warên cuda de, rewşa navxwe ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û girîngiya çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê, hatin gotûbêjkirin.

Birêz Berpirsê Nû yê Balyozxaneya Amerîkayê rûmeta xwe ji bo rola Herêma Kurdistanê li Iraq û navçeyê de anî ziman û tekez li ser girîngiya seqamgîrî û bihêzkirina peywendiyên welatê xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de kir.

Piştgiriya ji Hikûmeta Federal a Iraqê û girîngiya hebûna çekê bi tenê di destê dewletê de, rewşa navxwe û girîngiya yekrêzî û hevdengiyê li Herêma Kurdistanê û dawîn pêşhatên navçeyê, mijareke din a hevdîtinê bû.

ma Kurdistanê û dawîn pêşhatên navçeyê, mijareke din a hevdîtinê bû.

Back to top button