
Roja Duşemê 14ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Balyoz Steve Fagin, Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de Balyoz Steve Fagin kêfxweşiya xwe anî ziman ku careke din ji bo erkeke nû vegeriyaye Iraqê û serdana Herêma Kurdistanê dike û hêvî xwest ku bikaribe zêdetir berdewam be û tekez li ser wê yekê kir ku Amerîka piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê dike da ku ewlehî, aramî û aborî parastî bin û tekez li ser hevahengiya aliyan kir bi navê parastina pêvajoya serweriya Iraqê û zêdetir pêşxistina peywendiyên Iraqê digel welatên herêmî û civaka navdewletî û herwiha tekez kir ku gef li ser ewlehiya Iraqê, gef e li ser hemû aliyan û Iraq digel Herêma Kurdistanê dikarin di vî warî de roleke baş bibînin. Herwiha tekez kir ku Amerîka piştevaniyê li Iraqekê dike ku hêzên mîlîs li derveyî desthilata fermî ya hikûmetê çekdar nebin da ku derfeta seqamgîriya siyasî û aborî jê bikeve.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir bo vegerîna wî bo Iraqê û serdana wî bo Herêma Kurdistanê û destxweşî lê kir bo dubare vegerîna wî û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê her tim faktora aramiyê ye. Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî da ku bo serkeftina Serokwezîrê Iraqê û her babetek di çarçoveya aramî û destûra Iraqê de be û rûbirûbûna terorê be em piştevaniya wê dikin û herwiha di rûbirûbûna gendeliyê de me piştevaniya Serokwezîrê Iraqê kiriye û em bi israr in li ser berdewamiya van karên hevbeş.
Sebaret bi rewşa navçeyê Serok Barzanî amaje bi wê yekê da ku her tim aştî ji şer çêtir e û danûstandin ji pevçûnê çêtir e û têgihiştin ji nakokî û aloziyê çêtir e, lewma her tim Herêma Kurdistanê beşek e ji çareseriyê û ne bûye beşek ji wan kêşeyên ku li ser asta herêmî hene.


