Rewşa ewlehiyî dikare bighe astek metirsîyar

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî daxuyaniyek derbarê pêşhateyên rewşa Ewlehî û Abûrî belav kir û diyar kir ku proseya tevlîbûnê bandora xwe ya xuya li ser ewlehiya welatiyan û aramiya wan nekiriye.
ENKS di daxuyaniya xwe de got: “Hikûmeta Sûriyê berdewam nirxên sotemeniyê bilind dike bi behaneya bilindbûna wê li bazarên cîhanî, û berpirsayetiya dewletê ne bi tenê bersivdana necîgiriya bazaran e, lê parastina welatiyan û dabînkirina hêmanên sereke yên jiyanê, û sînordarkirina bilindbûna nirxên kelûpelan e. Derengketina dana fatûreyên gênim, azara cotkaran zêde kiriye û gefê li karînên wan derbarê berdewamiyê di berhemanînê de dike.”
*”Li nirxên sotemeniyê vegere”
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî bang li Hikûmetê kir ku dubare li nirxên sotemeniyê vegere û wan bi nirxên guncaw dabîn bike û piştgiriya kartên sereke bike.
Rewş gihişte asteke metirsîdar”
Di warê ewlehî de jî, ENKS di daxuyaniya xwe de got, di çarçoveya giraniya dubare çalakirina dezgehan de, û nebûna bandora xuya ya proseya tevîlbûnê li ser ewlehî û aramiyê, divê dewlet guhdaneke baş bide deverê. Her weha diyar kir, girjî, gotara kînê û handan zêde dibin, û bi tawana revandin û kuştina ciwanê Kurd Sîpan, bi behaneya tolvekirinê, rewş gihişte asteke metirsîdar.
“Kuştina Sîpan û şewata zîndanê şermezar dikin”
ENKS, ew tawan bi tundî şermezar kir û banga vekirina lêkolîneke zelal û serbixwe kir, ji bo eşkerekirina hûrgiliyan û destnîşankirina tevaya berpirsên di ber de, û sizadana wan li gorî yasayê. Her weha got, gotara kînê û handanê û gurkirina hestên êl û netewî, û tişta ku grûpên bi navê Ciwanên Şoreşger derbarê têkdana dezgehên dewletê û hêzên ewlehiyê de kirî, û karesata zîndana Kobaniyê şermezar û red dikin.


