FlaşPolîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê (KRG) Nêçîrvan Barzani û serokê Tevgera Hîkme rewşa Iraqê nîqaş dikin

Serok Nêçîrvan Barzani pêşwaziya serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî Seyîd Emmar el-Hekîm û şandeya pê re kir.

Di civînê de rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê hate nîqaşkirin û her du aliyan girîngiya berdewamiya xebatê ji bo baştirkirina têkiliyên di navbera Hewler û Bexdayê de û çareserkirina pirsgirêkên heyî bi rêya diyalog û têgihîştinê tekez kirin û piştgiriya xwe ji bo hikûmeta federal ji nû ve piştrast kirin.

Rewşa herêmê û pêşketin û encamên dawî mijarek din a civînê bû û nêrîn hatin parvekirin.

Back to top button