CivakFlaş

Bi pêvajoya “Tirkiyeya bê teror” de Ocalan û PKKê “Teroistiya” xwe pejirand

Gelek cara hinek gotin hene mirov naxwaze bi karbîne. Gotina Terorê jî gotineka ji van e. Herdema li bakurê Kurdistanê, li himber zilmê û zordariyê ji bo mafên xwe yên netewî Kurda serî hildaye yan jî hinek çalakî pêkanîne, ji aliyê dewletê û hemû dam û dezgehên dewletê ve wek Terorê hatiye bi nav kirin.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dewletê, ji dema avakirina cumhuriyetê pêve li himber serhildanên kurda li dijî hemû nirxên mirovatî şîdet bi karaniye, di vê karanîna şîdetê de tu tiştek insanî ber bi çav negirtiye. Di serhildanên kurdan hemûyê de bi metodên terorê komkujî kiriye.

Dema PKKê dest şerê çeldarî kirî, cardin dewletê bi metodên terorist xwest vê tevgerê têkbibe, yanjî bi vî awayî hewlek mezin dikira ku, çavê miletê kurd bitirsîne. Lê di heman demê de tevgera PKKê jî gelek çalakiyên xwe li himber kurdên ku, ne li gel wan bûn heman metodên dewletê bi karanîn.Yanî kurd man navbera du çalakî û şîdeta terorî de.

Dewlet û PKKê bi heman metodê gund vale kirin û bûn sedema bi milyona kurd ji cih û warên xwe barbikin ber bi bajarên Tirkiyeve herin û li wan deran bibin pênaber. Civata kurd têkçû ji nirxên xwe hate şûştin û kurd bi darê zorê bi awayekî tirkiyeve hatin entegrekirin. Yanî hêdî hate wê radeyê ku, kurdan digot bila ev teror, şîdet dawî bibe çi dibe bila bibe. Hêdî kesekî behsa mafên rewa yên netewî jî nedikir.

Bi kurtahî dewletê û PKKê ev yek pêkanî.Di pêvajoya şerê çekdarî yê PKKê de, li bakur gelek eşîr û xelkê kurd ku, di destpêkê de hevalbendiya PKKê dikir, bi kiryarên PKKê li himber wan mecbûr bûn çekên dewletê rakirin. Îro em dibînin ku, zimanê kurdi li wan deveran behtir ji deverên din hatiyê parastin. Piraniya wan dema behsa xwe dikin vekirî dibêjin: ” Me li dijê kurda çek hilnegirtine, PKKê zilm û zordarî li me dikir em mecbûr bûn ji bo xwe biparêzinn çekên dewletê hilgirin”. Herweha pêwendiyên beşek kesên çekên dewletê rakirîn li gel PKKê jî hebûn. Hat xûyakirin ku, bi hezaran kesên wek “korucu” dihatin naskirin di heman demê de milîsiya PKKê dikiran. Herweha bi hezaran milîsên PKKê li bajaran , piştre eşîkerbû ku sixûriya dezgehên istixbaratê dikiran.

Pêvajoya Tirkiyeya bê teror de, Ocalan û PKK bi xwe jî xwe wek rêxistinek Terorist qebûl kirin. Dewletê da xûyakirin ku, pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” destpêkirine û armanca wan ewe ku, PKKê tesfiye bikin û wan bêçekbikin. Herweha dan kifşkirin ku armanca sereke ewe ku, Tirkiyeyê ji terorê pakij bikin. PKKê jî ev qebûl kir û teroristiya xwe pejirand.

Îro di medya Tirkî gelemperî,gotina rêxistina Terorist tê bi karanîn, dezgeh û berpirsên dewletê hemû gotina terorist ji bo PKKê bi karatînin ..

Gelek cara hinek dibêjin, “pêvajoya çareseriyê” “Pêvajoya aştiyê” herkes li gora xwe navekî lê dike, lê navê vê pêvajoyê ya fermî”Pêvajoya Tirkiyeya Bê teror”e. Pêvajoyek navbera dewletê û PKKê de ye. Li vê derê û hemû belgeyên pêvajoyê de, ne behsa kurda , ne jî behsa hinek mafên kurda nayê kirin. Ji ber ku tiştek bi vî awayî ne di rojevê de ye.

Nêrîn/Şirove

Back to top button