FlaşPolîtîk

Elî Zeydî ji Mesrûr Barzani re: Ev êrîş nayên qebûlkirin

Serokwezîr Elî Feleh Zeydî, bi rêya telefonê pêwendiyek serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re pêkanî

Zeydî daxûyakirin ; Ev êrîşên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin. n qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Mesrûr Barzani ji bo têkilî û şopandina wî spasiya serokwezîr kir û girîngiya parastina ewlehî û aramiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê tekez kir.

Li gorî Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG), roja Duşemê sibehê du bombebaranên bêmirov ofîsa taybet a Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) Mesrûr Barzani û mala rêveberê Ajansa Parastina Kurdistanê (KDA) li Pîrmam, parêzgeha Hewlêrê hedef girtin.

Elî Zeydî şeva Duşemê biryar da ku komîteyek lêkolînê li ser bûyerê ava bike û cihê êrîşê û sûcdarên wê ji raya giştî re eşkere bike.

Back to top button