
Baregeha Barzaniyê di daxuyaniyekê de êrîşên bi dronan li ser ofîsa serokwezîr û mala rêveberê Ajansa Parastina Kurdistanê şermezar kir û tekez kir ku ev êrîş hewldanek ji bo bêîstîqrarkirina Herêma Kurdistanê ne û bikaranîna dronan û mûşekan dê pirsgirêkan çareser neke.
Bargeha Barzaniyê got, “Em êrîşa bi dronan li ser ofîsa serokwezîr û mala rêveberê Ajansa Parastina Kurdistanê li Pîrmamê ya roja Duşemê sibehê bi tundî şermezar dikin.”
“Herêma Kurdistanê qet nebûye beşek ji van şer û aloziyên li herêmê û êrîşên wiha neheq ku ti hincetekê nagirin, hewldanek ji bo bêîstîqrarkirina Herêma Kurdistanê ye. Bê guman bikaranîna dronan û mûşekan dê pirsgirêkan çareser neke.”


