FlaşPolîtîk

PDK: Em li ser rêbaza Kurdayetiyê û parastina qewareya Herêmê berdewam dibin

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi minasebeta 80emîn salvegera damezirandina partiya xwe daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de, tevî teqezkirina li ser parastina destkeftiyên destûrî yên Herêmê û dûrxistina wê ji alozî û şerên herêmê, teqezî li ser aktîvkirina parlamentoyê, pêkanîna kabîneya dehem, bihêzkirina yekrêziya niştimanî û destpêşxeriya ji bo hevkarîkirina bi hemû aliyên Iraqî re hat kirin.

Polîtburoya PDKê îro 15ê Tebaxa 2026an, di daxuyaniyekê de bi boneya bîranîna 16ê Tebaxê (80 saliya damezirandina PDKê) ragihand, ev bîranîn qonaxeke dîrokî ya tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê û nîşaneya karwanekî bêwestan ê têkoşînê ye li ser rêbaza “Barzaniyê Nemir”.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xebata PDKê di şoreşên Îlon û Gulanê de, Peymana 11ê Adarê û Raperîna sala 1991ê, delîlên wê yekê ne ku PDK her tim hêzeke pêşeng û piştgirêdayî bi gel û hemû pêkhateyên neteweyî û olî bûye, û zimanê diyalogê ji bo bidestxistina armancan wekî bingeh girtiye.

Deqa daxuyaniya Polîtburoya PDKê

Daxuyaniya Polîtburoya PDKê bi boneya 16ê Tebaxê, 80emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê

Cemawerê xweragir, malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman,

Îro bi şanazî em salvegera damezirandina partiya xwe pîroz dikin; ew partiya ku parêzvaneke rastîn a berjewendiyên gelê me ye. Ev bîranîn qonaxeke pir girîng a xebata dîrokî ya tevgera rizgarixwaz a Kurdistanê û karwanekî bêwestan ê têkoşîna siyasî ye ji bo parastina mafên neteweyî û niştimanî û bingehên demokrasiyê. Her wiha bîranîna xebateke heştê salî ya guhertin, qurbanîdan, ezmûn û kaniya sirûştî ya nirxên azadî û demokrasiyê ye.

Ev boneye ne tenê bîranînekî asayî yê damezirandina partiyeke siyasî ye, belkî bercestekirina îradeya azadîxwazane ye ji bo redkirina planên dijminan û zilm û zordariyê li ser rêbaza hîkmetane ya “Barzaniyê Nemir”, yê ku wê demê zemîneke serdemiyane ji bo têgeha Kurdayetiyê darist û bi peyrewkirina nirxên şoreşgerî, tevgera rizgarixwaz a Kurdistanê pêş xist.

Xebata piralî ya partiya me di şoreşên Îlon û Gulanê de, Peymana 11ê Adarê û Raperîna 1991ê, şahidê wê yekê ne ku PDK hêzeke pêşeng û piştgirêdayî bi cemawer û hemû pêkhateyên neteweyî û olî ye, û her tim bi kultura diyalogê hewl daye armancên neteweyî bi dest bixe.

Di salvegera heştê saliya damezirandina partiya me de, em teqez dikin ku wefadariya ji bo dîroka PDKê û qurbanîdana têkoşerên wê ne tenê bîranîn e, belkî ezmûna wê rabirdûyê û wê dîrokê, berpirsiyariyeke neteweyî û niştimanî ye li hemberî îro û paşerojê bi rêya parastina destkeftiyên me û dûrxistina Herêma Kurdistanê ji wan alozî, rageşî, şer û pevçûnên siyasî yên li derdora me. Her wiha parastina Kurdistanê û rêgirtin li wê yekê ye ku bibe cihê bandorkirina li ser ewlehiya cîranên me û rêzgirtina dualî ya berjewendiyan; bihêzkirina pêgeha destûrî ya Herêmê û aktîvkirina parlamentoyê wekî erkekî dîrokî, pêkanîna kabîneya dehem û hikûmeteke bihêz, bihêzkirina yekrêziyê, rêzgirtina li firehiya pêkhateyan û xurtkirina aramî û aştiyê li Herêmê.

Gelê xweragir û bêhnfireh ê Herêma Kurdistanê di van salên borî de îsbat kirine ku hezkirina welat û gelê wan di ser her tiştî re ye; lewma em wekî erka xwe dibînin ku bi hemû şiyana xwe kar ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkan bikin bi mebesta dabînkirina ewlehî û pêdiviyên jiyaneke serfirazane.

Di bîranîna 16ê Tebaxê de, em destê dostanî û hevkarîkirinê dirêjî hemû aliyên siyasî yên beşdar di proseya siyasî ya Iraqê de dikin. Erkê me hemûyan e ku bi cudahiya raman û nêrînên siyasî, baweriyên olî û mezhebî ve, bi hev re hewl bidin ku Iraq ji bo her kesî be û wê ji tevlîbûna nav şer û alozî û fitneyên herêmê dûr bixin. Divê hemû pêkhate bi hev re û bi berpirsyarî, şêwazekî hikûmranî yê rast û serdemiyane bigrin ber xwe; ev yek di berjewendiya gelê Iraqê de ye. Wekî ku me bi eşkereyî gotiye, Iraq rûbirûyî gelek pirsgirêkan hatiye kirin û ne rewa ye ku êdî di nav vê xelekê de bizivire, ji ber ku gelê Iraqê êdî nikare li ber wan hemû nexweşî û belengaziyan rabe; ev yek berpirsyariyeke exlaqî, niştimanî û olî ye.

Bi vê boneya dîrokî, em qurbanîdana têkoşer, Pêşmerge û şehîdan bilind dinirxînin; wan kesên ku canê xwe di oxira maf, azadî û serweriya netewe, ax û gelê me de feda kirine. Her wiha em têkoşîn û xweragiriya nifş bi nifş a li ser rêya partiyetiyê û rêbaza Barzaniyê Nemir bibîr tînin.

Di vê bîranîna pirsikoyî de, em peymana xwe ji bo gelê Kurdistanê û Serok (Mesûd Barzanî) nû dikin ku em ê li ser rêbaza resen a Kurdayetiyê berdewam bin ji bo parastina qewareya Herêmê û bihêzkirina bingehên demokrasî û pêkvejiyanê.

Silav ji bo damezirîner û rêberê rêbaza Kurdayetiyê (Mistefa Barzaniyê Nemir) û (Kake Îdrîsê herdem di bîran de) û hemû şehîdên Kurdistanê.

Sipas û pêzanîn ji bo kadro, endam û alîgirên partiya me; her wiha pîrozbahiyên herî germ li Pêşmergeyên qehreman û gelê xweragir ê Kurdistanê dikin.

Serkeftin ji bo xebata rewa ya gelê me ye, her bilind û li ba be ala Kurdistanê.

Back to top button