
“Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî”, ku ji bo pêvajoya Tirkiyeyek bê terorîzmê hatiye amadekirin û ji aliyê raya giştî ve wekî “Qanûna Çarçove” tê zanîn, ji aliyê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê ve bi 467 dengan hate qebûlkirin.
Piştî qebûlkirina qanûna çarçove, hate ragihandin ku Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan dê îro şandeya Îmraliyê ya Partiya DEMê qebûl bike.
Recep Tayyip Erdoğan dê îro şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê qebûl bike, ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Ozgür Faik Erol pêk tê.
Civîna ku dê li Qesra Serokkomariyê pêk were, ji bo saet 4:00 ê êvarê hatiye plankirin.
Tê payîn ku di civînê de qanûna çarçove ya ku ji aliyê Parlamentoyê ve hatiye qebûlkirin were nîqaşkirin.


