FlaşPolîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolê Giştî yê Almanyayê kir

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bi dawî hatina erkê wî yê wek Konsolê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Albrecht von Wittke kir.

Di hevdîtinê de, rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê spasiya xwe ji bo piştgirî û hevkariya berdewam a Almanyayê bo Herêma Kurdistanê dubare kir, her wiha spasiya xwe pêşkêşî birêz Albrecht von Wittke kir bo pêşxistina peywendiyên her du aliyan di dema erka wî de û hêviya serkeftinê di erka wî ya bê de jê re xwest.

Ji aliyê xwe ve, birêz Konsolê Giştî yê Almanyayê spasî û rûmeta xwe pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ji bo wê hevkarî û piştgiriya ku di dema erka wî de pêşkêşî wî kirine, her wiha tekez li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo bihêzkirina peywendiyan û hevkariya hevbeş ligel Herêma Kurdistanê kir.

Back to top button