
Mazlum Ebdî di derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya Sûei de li ser hesabê xwe yê Xê daxûyaniyek ragihand.
Ebdî dibêje:
“Serdana Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ya dîrokî ji Sûriyê re, cihê kêfxweşiyeke mezin e. Kak Nêçîrvan herdem roleke girîng di piştgiriya doza Kurd li Sûriyê û Kurdistanê bi gîştî de, lîstiye. Em bawer in ku ev serdan wê bandoreke erênî li aramiya Sûriyê û çareserkirina doza Kurd li herêmê bike.”


