
Serok Mesûd Barzanî îro di salvegera 12ê ya jenosîda Şingalê de peyamek belav kir û tê de ragihand ku ew bi hemî şiyana xwe piştgiriya daxwazên Kurdên Êzîdî dike, û tekez jî kir ku rewşa neasayî ya li Şingalê nayê qebûlkirin û divê aware bi serbilindî vegerin ser axa bav û kalên xwe.
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan
Ew tawana ku terorîstên DAIŞê berî 12 salan li dijî xûşk û birayên me yên Êzîdî kirî azarek e ku dê ji bo her û her di bîrdanka Kurdistaniyan de bimîne. Êzîdî ji ber Kurdbûn, resentî û baweriyên xwe yên dînî ketin ber pêlên kînê û reftarên nemirovane yên terorîstên DAIŞê û hatin jenosîdkirin. Ew tawana ku li ser destê DAIŞê li devera Şingalê hat kirin berdewamiya wê zincîra karesat, komkujî û tawanan bû yên ku bi dirêjahiya dîrokê li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin.
Di salvegera 12ê ya wê karesatê de, silav bo canê şehîd û qurbaniyên wê tawanê, silav bo mêranî û çavenetirsiya wan Pêşmergeyên qehreman ên ku li ser Çiyayê Şingalê man û nehêlan destê terorîstan bigihe Çiyayê Şingalê. Silav bo wefa û mêrxasiya hemî wan Pêşmergeyên qehreman ên ku ji bo şikandina dorpêça Çiyayê Şingalê û azadkirina bajarê Şingalê xwîna xwe da û efsaneya DAIŞê pûç kir. Herwesa em ji kûraniya dilê xwe spasiya her kesekî serbilind ê Kurdistanê dikin ku wek yek laş hevsoz û hevparê xema xûşk û birayên Êzîdî bû, ligel rêz û spasiyên me yên zêde bo hêzên Hevpeymanan ku roleke berçav di alîkarîkirina Pêşmergeyan û paşvekişandin û şikandina terorîstan de dît.
Di bîranîna vê karesatê de, ez bo xûşk û birayên Êzîdî tekez dikim ku ez bi hemî şiyana xwe pişgîrê xwestek û daxwazkariyên wan im. Ez daxwazê ji wan jî dikim ku ji bo misogerkirina paşerojeke geş, di nav xwe de yekrêz bin û hêviya wan bi paşerojê hebe. Bêguman, ev rewşa sepandî û neasayî ya ku li Şingalê heye dê her berdewam nebe û divê xûşk û birayên me yên Êzîdî bi serbilindî vegerin ser warê bav û kalên xwe û qerebûya zirar û azarên wan bê kirin.
Bi hezaran silav li canê paqij ê şehîdên Şingalê û hemî şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.
Mesûd Barzanî


