CivakFlaş

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Êzdiyan dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cejna Çilê Havînê li Ezidiya pîroz dike..

Peyam wehaye:

Cejna Çilê Havînê, bi germî li Cenabê Mîrê Êzdiyan, Babê Şêx, Civata Ruhanî û hemû welatiyên me yên Êzdî li Herêma Kurdistanê û Iraqê, her wiha li hemû Êzdiyên li seranserê cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im ev cejn bi xêr û xweşî ji hemuyan re vegere.

Welatiyên me yên Êzdî û hemû pêkhateyên neteweyî û olî piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê dê her bimîne warê pêkvejiyanê û welatê hemûyan bê cudahî û dê her dem parêzvanên çanda pirrengiyê bin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
02.08.2026

Back to top button