FlaşPolîtîk

Dîsa bi dronan êrîşê Hewlêrê kirin

Li gorî raporên destpêkê, herî kêm sê dron li Hewlêrê ji aliyê sîstema parastina hevpeymaniyê ve hatine têkbirin.

Êrîş îro sibê roja Înê 24-7-2026an hatine kirin, ku bûne sedema şewatekê li beşek ji gundê Gazna yê li parêzgeha Hewlêrê.

Heta niha, rayedarên li Hewlêrê hejmara êrîş û zirarên wan eşkere nekirine.

Ji dema şerê Îran û Ameikayê destpêkirive, 930 fûze û dron avêtine başûrê Kurdistanê. Encama van êîşan de 32 kesî jiyana xwe ji dest daye û 150 kes jî birîndar bûne.

Back to top button