
21ê Hezîrana 2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, beşdariyê di merasîma derçûna xula 5emîn a pêgihandina efseran li Koleja Leşkerî ya Sêyem a Qelaçolanê li Silêmaniyê kir.
Di merasîmê de ku birêz Mistefa Seyîd Qadir, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê; Qubad Talebanî, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê; wezîr û serok erkanê Pêşmerge; parêzgarê Silêmaniyê û hejmarek ji berpirsên bilind ên leşkerî, îdarî û siyasî yên Herêma Kurdistanê, nûnerên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê, malbatên xwendekaran û mamosteyên xulê amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir. Ev e jî naveroka gotara wî ye:
“Birêz Kake Qubad Talebanî,
Derçûyên ezîz,
Amadebûyên xweşdivî,
Rojbaş,
Hûn hemû bi xêr bên bo merasîma derçûna xula 5emîn a gihandina efseran li Koleja Leşkerî ya Sêyem a Qelaçolanê li bajarê Silêmaniya xweşdivî. Ev dîmenê tije dîsîplîn, birêkûpêk û bi heybet, cihê şanaziya me, malbatên we û hemû gelê Kurdistanê ye.
Em pir kêfxweş û serbilind in ku îro bi hev re şahidiya derçûna 210 efserên ciwan, hişyar û jêhatî yên Kurdistanê dikin. Van efseran piştî 9 mehên ji westabûna xebata şev û rojî, xula xwe ya perwerdeya leşkerî, akademîk û pratîkî bi serkeftî bi dawî kirin. Ew ê êdî wek hêzeke nû û zanistî bikevin nav peykerê Wezareta Pêşmerge da ku sîstema berevaniya nîştimanî ya welatê me pêş bixin.
Cihê destxweşiyê û hêviyê ye ku piştî qedandina xwendina zanîngehê, we bi daxwaz û biryara xwe ya xwebexşî berê xwe da xwendina leşkerî. Ev yek asta herî bilind a dilsozî, hişyarî û nîştimanperweriya we li hember gelê we nîşan dide.
Em û dayik û bavên we, kesûkarên we û hevalên we bi vê biryara we serbilind û kêfxweş in û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazin. Ji kûraniya dilê xwe ve pîrozbahiyê li we û malbatên we dikim. Xwedayê mezin di jiyan û karê we de piştîvanê we be. Li vir em bi rêz ve Serok Mam Celal bi bîr tînin ku di sala 1992an de bi fermana wî ev kolej hat avakirin da ku xizmeta welat, Kurdistan û hemû Iraqê bike.
Derçûyên hêja,
Nav û pênaseya ‘Pêşmerge’ pir pîroz in. Pêşmergetî parçeyekî zêrîn û bingehîn e ji nasnameya me ya nîştimanî û neteweyî. Erkê me hemûyan e ku em rûmet, şanazî û dîroka tije qurbanî ya Pêşmerge biparêzin. Ev jî bi wê yekê dibe ku hûn di çarçoveya hêzeke yekgirtî, profesyonel û nîştimanî de xizmetê bikin.
Di vê serdema nû de, erka we tenê li qadên şer ên klasîk sînor nabe; pêwîst e hûn xwe bi guhertinên serdemê, nûjenî û ruhê afirîneriyê re biguncînin.
Xwe pêgihandina berdewam li rûyê zanistî û pîşeyî ve, divê bibe stratejiya karên we yê li karwana dahatûya jiyana we. Girîngiyeke pêwîst bi fêrbûna teknelojiya serbaziya hemdem bidin bo ku li asta pêşketinên cîhanê bin.
Pêwîst e hûn fêrî teknolojiyên leşkerî yên nûjen bibin. Divê hestê we yê ewlehiya neteweyî û nîştimanî bihêz be û xwendina we bo metirsiyên derdorê hebe; ji metirsiyên teror û tundrewiyê bigire heta gotara kîn û nefretê.
Bêguman, li kêleka vê erka pîroz de, girîngîdan bi jiyana Pêşmergeyên qehreman û baştirkirina debara jiyana wan, her dem di pêşîniya karên me de dimîne. Ji ber ku hûn hêjayî jiyaneke serbilindin.
Derçûyên ezîz,
We bi serkeftî qonaxeke girîng derbas kir, lê berpirsiyariya we ji îro pê ve berfirehtir dibe. Divê hûn di nav hêza Pêşmerge de bibin parêzerên sereke yên çemkên bihevrejiyan, lêborîn û hevdûqebûlkirinê.
Ew çanda ku em pê serbilind in û Herêma Kurdistanê kiriye landika aramiya hemû ol û neteweyan û bûye cihê rêz û hûrmeta tevahiya civaka navneteweyî.
Divê hûn parêzêrên çemk û bihayên medenî, demokrasî, mafên mirovan û azadiya giştî bin. Tu carî nebin parçeyek ji kêşe û nakokiyên siyasî; her dem wek hêzeke nîştimanî ya Kurdistanî bimînin û berevaniyê li rûmeta mirovan bi bê cûdahî li vî welatî de bikin.
Amadebûyên birêz,
Peyama me ya herdemî ya ji bo navxweya Kurdistanê: yekhelwestî, tebayî, bihevrebûn û lihevkirin e di navbera hemû aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê de. Hêz û mayîna Herêma Kurdistanê di demek de mîsoger dibe ku em li navxweya xwe de bi teba bîn û berjewendiyên bilindên niştimanî bixîn li ser rûyê hemû gengeşe û cûdahiyeke din.
Pir rengiya me dewlemendiya meye, hemû pêkhatên Kurdistanê li her neteweyek û olek bin, pêkve nasnameya xweşika vê niştimanê pêk tînin. Eve xweşikiyeke zêde û hêzekî mezine ji bo Kurdistanê.
Her di vê boneyê de, ez careke din spas û rûmetên Herêma Kurdistanê pêşkêşî Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê dikim ku di şerê dijî DAIŞê de gelek bi dilsoziyê ve piştgiriya leşkerî ya Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û di têkşikandina terorê de hevkarê me bûn.
Herwiha ji bo berdewamî û dilsoziya welatên dost û hevpeymanan spas û rûmetên xwe pêşkêşî wan dikim ku di pêvajoya çaksaziya Wezareta Pêşmerge û yekgirtina hêzên Pêşmerge de hevkar û alîkarê girîng û ciddî yê me ne.
Rast e pêngavên baş hatine avetîn, lê divê ev pêngav bileztir bibin. Divê sistiya di vê pêvajoyê de were çareserkirin. Nakokiyên navçeyê ji me dixwazin ku em vê erkê rojeke zûtir bi cih bînin ku xizmeta hemû Kurdistan û Iraqê dike.
Ji bo wê yekê hemû aliyek piştrast dikîn ku em bi îradeyekî ciddî û bi hêz ve ji bo derbasbûna ji astengan û serxistina vê pêvajoya çarenûssaz de berdewam dibîn. Ji ber ku yekgirtina Pêşmerge, mîsogerî û bingeha sereke ya parastina mafên destûrî û kiyana federal a Herêma Kurdistanê ye.
Derçûyên xweşdivî,
Îro hûn bi şanaziyê ve di bin siya ala Kurdistanê û ala Iraqê de derdiçin. Ev nîşana wê rastiyê ye ku Herêma Kurdistanê ya federal, wekî kiyaneke destûrî ya rewaya hatî qebulkirin, parçeyekî bihêz ê destûrî, yasayî û bingehîne li çarçoveya dewleta Iraqa Federal de.
Ji ber wê, pêwîst e hikûmeta federal li Bexdayê hemû erkên xwe yên yasayî û destûrî li hember Pêşmerge bi cih bîne, bi taybetî dabînkirina çek, teqemenî û pêdiviyên leşkerî; ji ber ku Pêşmerge parêzgerê aştî, aramî û ewlehiya hemû Iraqê ye. Li destûrê de jî ev beş bi tevahî hatiye nivîsandin.
Paşeroja Herêma Kurdistanê û hemû Iraqê bi hev ve girêdayî ye serkeftina me yeke, kêşe û çarenûsa me jî li Iraqê de hevbeşin. Em li Herêma Kurdistanê bi geşbîniyê ve li benda xebata hevbeş in ligel hikûmeta Serokwezîr birêz Elî Zeydî, da ku li ser bingeha destûr, rêzgirtina du aliyane û hevbeşiya nîştimanî ya rastîn, avadanî û pêşkeftinê ji bo hemû Iraqê bi bê cûdahî mîsoger bikin.
Ev arasteya me ya niştimanî û aştîxwaz, hevdem e ligel wê rewşa nû ya li navçeya me û li cîhanê de pêkhatiye. Em bi kêfxweşiyê ve li Herêma Kurdistanê me pêşwaziyê li dawîhatina şer û aloziya di navbera Amerîka û Îranê dikin ku bi rêya li hevkirin û diyalog û dîplomasiyê hêvîdar în bi dawî bibe.
Em dûbare dikin ku Herêma Kurdistanê dê wek her car wekî faktora aramiyê û pira baweriya li navçeyê de bimîne. Me ji bo wê kar kiriye û emê berdewam bibîn ku Iraq û Herêma Kurdistanê bi tu awayekê nebin parçeyek ji pirsgirêk û aloziyên navçeyê de.
Em dixwazin û kar ji bo wê yekê dikin ku her dem bibin parçeyek ji çareseriyê û ji hevkariya hevbeş bo çespandina aştî, aramî, pêşkeftin û xweşguzeraniyê. Ji bo dîtina rêyên berjewendiya hevbeş û bi hev re karkirina di vî welatî de û di vê navçeya ku em tê de dijîn.
Di dawiyê de, em gelek spasî û rûmetên xwe pêşkêşî birêz ragir, mamosteyên perwerdekar û serpereştiyarên Koleja Leşkerî ya Sêyem a Qelaçolanê dikin, ku erkeke mezin û pîroz girtin ser milê xwe bo gihandina van ciwanên Kurdistanê û serxistina vê xula leşkerî. Bi germî destxweşiyê li we dikim.
Em serê rêz û hurmetê li ber giyanê pak ê şehîdên Kurdistanê ditewînin, ku îro di bin siya xwîna van şehîdan de em Kurdistaneke azad dibînin û dikarin van merasîman li dar bixin. Em wan şehîdan bi bîr tînin ku jiyana xwe gorî kirin da ku îro em li vir bi aramî kom bibin. Silav û rêz bo şehîdên zindî, birîndarên me yên qehreman li Kurdistanê li her derê bin; em silav, rêz û hezkirina xwe bo wan dişînin û hêviya başbûnê ji wan re dixwazin.
Li we pîroz be, li malbatên we yên xweşdivî pîroz be. Di jiyan, erk û berpirsiyariya we ya nû de, ez hêviya serkeftinê ji we re dixwazim. Temendirêj bin, serkeftî bin; Xwedayê mezin di jiyanê de piştîvanê we be.
Gelek spas.










