
Ajansa nûçeyan a Îranê (IRNA) berbenga îro 18ê Hezîrana 2026an belav kir, Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser nexşerêyeke aştiyê li hev kiriye û peyman bi awayekî dîjîtalî îmze kiriye.
Seroka Karûbarên Koşka Spî Susie Wiles li ser hesabê xwe yê tora civakî “X” aşkere kir, Donald Trump dema li Fransayê bû li Koşka Versailles, ev yadaştname îmze kiriye. Wiles ev pêngav wekî “gaveke mezin ji bo Amerîka û cîhanê” pênase kir, lê hişyarî da ku “60 rojên bê ji ber gotûbêjên li ser hûrgiliyan dê tijî astengî bin.”
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ragihand, peyman yekser ketiye warê cibicîkirinê. Li gorî xalên peymanê:
– Îran: Divê demildest Tengava Hurmizê bi rûyê keştiyên bazirganî de veke.
– Amerîka: Dê demildest dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê rake.
Tê çaverêkirin ku sibê înê, 19ê Hezîranê, bi mêvandariya Pakistanê û piştgiriya Qeterê, li Swîsreyê merasîmeke fermî ji bo destpêkirina gotûbêjên teknîkî were lidarxistin. Her du alî li hev kirine ku di nava 60 rojan de bigihîjin çareseriya dawî û di vê demê de li ser hemû eniyan dawî li her cure dijminatiyê bînin.
Naveroka Peymana 14 Xalî
Naveroka “Yadaştnameya Îslamabadê” ku ji 14 xalên sereke pêk tê, bi vî rengî hat aşkerekirin:
1- Ragirtina Şer: Dawîanîna yekser û mayînde li ser hemû eniyan, di nav de Libnan jî heye. Her du alî soz didin ku ti êrîş an gefan li dijî hev encam nedin.
2- Serweriya Axê: Her du welat dê rêzê li serweriya axa hev bigirin û destwerdanê di karên navxwe de nekin.
3- Dema Danûstandinan: 60 roj dem di destê her du aliyan de heye da ku bigihîjin peymana dawî.
4- Vekişîna Amerîkayê: Washington yekser dorpêça deryayî radike; di nava 30 rojan de çûnûhatina keştiyan asayî dibe û Amerîka dê 30 roj piştî peymana dawî hêzên xwe ji derdora Îranê vekişîne.
5- Keştîvanî: Îran dê di nava 30 rojan de hemû mîn û astengên teknîkî di Tengava Hurmizê de rake, da ku bazirganiya deryayî asayî bibe.
6- Avedankirina Îranê: Amerîka û hevkarên wê planeke aborî ya bi nirxa 300 milyar dolarî ji bo geşepêdana aboriya Îranê cîbicî dikin.
7- Rakirina Sizayan: Amerîka pabend dibe ku li gorî xişteyeke demkî hemû cure sizayên li ser Îranê rake.
8- Bernameya Atomî: Îran tekez dike ku ew ê ti carî çekê atomî çêneke. Çarenivîsa uranyuma dewlemendkirî dê di peymana dawî de diyar bibe.
9- Parastina Rewşa Niha: Heta peymana dawî, Îran ti guhertinekê di bernameya xwe ya atomî de nake; Amerîka jî sizayên nû nasepîne û hêzên nû naşîne navçeyê.
10- Hinardekitina Petrolê: Wezareta Xezîneya Amerîkayê yekser destûra taybet dide Îranê, da ku petrola xav û berhemên petrokîmyayê bifroşe.
11- Azadkirina Sermayeyan: Hemû pere û sermayeyên cemidî yên Îranê tên berdan û dikevin bin destê Banka Navendî ya Îranê.
12- Çavdêrî: Ji bo şopandina cîbicîkirina van xalan, mekanîzmayeke hevbeş a çavdêriyê tê avakirin.
13- Mercê Berdewamiyê: Piştî ku xalên 4, 5, 10 û 11 pêk hatin, danûstandinên li ser xalên mayî ji bo peymana dawî berdewam dikin.
14- Pesendkirina Navdewletî: Peymana dawî divê bi rêya biryara Encûmena Asayişa Neteweyên Yekgirtî (NY) were pesendkirin.


