FlaşPolîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî ligel şandeke bilind a serbazî ya Iraqê civiya

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li şandeke bilind a serbazî ya Iraqê kir ku bi serokatiya Ferîqê Yekem ê Rukin Ebdulnemîr Reşîd Yaralla, Sererkanê Iraqê pêkhatibû.

Di civînê de, şandê armanca serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê zelal kir, ku li ser raspardeya birêz Elî El-Zeydî, Serokê Encûmena Wezîran a Iraqa Federal û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar hatiye kirin. Armanca serdanê şopandina dosyeya ewlehiyê ya kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê ye, bi hevkariya ligel hêzên Pêşmerge û aliyên peywendîdar ên din, da ku garantiyên pêwîst ji bo destpêkirina pêvajoya berhemanîn û hinardekirina petrolê bên dabînkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî destxweşiyê li serkeftinên artêşa Iraqê ya li dijî terorê kir, ku bi hevahengî û hevkariya ligel hêzên Pêşmerge, wek beşek ji sîstema berevaniya Iraqê, bi dest xistine. Her wiha hêviya berdewamiya hevahengî û hevkariyê di navbera wan de xwest ji bo nehiştina valahiya ewlehiyê li wan navçeyên ku tevgera terorîstan lê heye. Di vî warî de, Serok Nêçîrvan Barzanî pesnê helwesta birêz Serokwezîr El-Zeydî û peywendî û hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Derbarê hewlên ji bo destpêkirina berhemanîn û hinardekirina petrolê de, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya wan hewlan kir û ew wek pengaveke bi bandor ji bo vejandina aboriya welat bi nav kir.

Tekezkirina li ser pêdiviya plana hevbeş û hevkariya ewlehiyê ya navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge ji bo parastina aramiyê û rûbirûbûna terorê û metirsiyên wê, beşeke din a guftûgoyên civînê bû. Di civînê de rêzdarên Wezîrê Karûbarên Pêşmerge û Sererkanê Pêşmerge jî amade bûn.

Back to top button