Li Qoserê pîrozbahî
LI QOSARÊ AHENGEKE PÎROZBAYÎ
Platforma Demokratên Kurd (PDK), li Qosarê gaveke dîrokî avêt, bi beşdariyeke hêja, bi hest û helwesteke avaker, şayiya vekirina bûroya xwe pêkanî.
Ji Bakurê Kurdistanê, ji gelek navçe û deveran: Ji Diyarbekr, Mûş, Batman. Bedlîs, Wan û Şernexê, gelek kesayetiyên qedirbilind û hêja, bi helwesteke neteweyî û demokrat, di ahenga vekirina büroya me de beşdar bûn.
Nûner û endamên hêz û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê, bi beşdarî û nameyên pîrozbayiyê dilsozî û piştgiriya xwe diyar kirin.
Ji Başûrê Kurdistanê berpirs û nûnerên civatê û rêxistinên xêrxwaz û sîyasî, di gel du xelathilgirên Barzaniyê Mezîn, bi beşdarî û helwestên xwe em serbilind û dilşad kirin.
Hunermendê bi nav û deng, hêja Seîd Gabarî, bi hest û helwesteke avaker, beşdariyeke hêja di ahenga vekirina bûroya me de, civat dilşad kir, bi axiftina xwe û bi deng û awazên xwe pîştgiriyeke hêja peşkeş kir.
Nûner û malbatên di dîroka Kurdistanê de cîhê destên wan dîyar bûne, beşdarî ahenga vekirina bûroya PDK bûn bi pîştgirî û hevsoziya xwe hêvî û hestên neteweyî bilind kirin.
Sînemxan, dota gorbuhîşt Celadet Alî Bedirxan û her weha zanayê wêrek û hêja Îsmaîl Beşîkçî bi nameyên xwe yên pîrozbayiyê pîşgîriyeke hêja gihandin şayiya vekirina bûroya me.
Navê hin kesayetiyên hêja:
Hemîd Xwestî;, Hilgirê medaliya Barzaniyê Nemir. Berpirsê Dezgeha Şoreşa Eylûlê, Zaxo,
Nûrî Xidir: Endamê Leqa 8, Mudîrê Dezgeha Şehîdan li Zaxo, Hilgirê medaliya Barzaniyê Nemir
Sîlêman Salih: Pêşmergeyê dêrîn.
Evdirrehmanê ji binemala Bişarê Çeto
Mele Mustafa yê Seydayê Şeyh Evdurrezaq……
Nav û nameyên pîrozbayiyê yên Hêz û Rêxistinan:
Liqe 1 Partiya Demokrata Kurdistanê DUHOK
Partî Demokrata Kurd li Sûrî ( EL PARTÎ) Nûrî Birhîmo
Yekîtiya Siyasî ya Demokratê Sûrî, Xalid Elî
Partiya Azadî Kurdî Sûrî; Mistefa Oso
PDK Bakur, Britanya
HUDA PAR
Dunaysir Kültür ve Araştırma Derneği
Serokê Rojnamevanê Mezopotamya
Welat Kilicaslan
Berdevkê Platforma Demokratê Kurd li Qosarê
17 11 2013