Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî li gel Serkirdeyên Goran û YNK dicive

Abdulwehab Elî Peyvdarê Encumenê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Silêmanî ragihand: Biryare îro Nêçîrvan Barzanî‌ Serokê Şanda danustandina Partî ya guftûgokirina pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel‌ aliyê Kurdistaniyan û şanda li gel bigihin bajarê Silêmanî‌.

Elî got‌: Nêçîrvan Barzanî li gel şandekî bilinda Partiya Demokrata Kurdistanê serdana bajarê Silêmanî dike ku şand ji Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partî(PDK)‌, Dr Roj Nurî Şaweys Azad Berwarî‌û Mehmud Mihemed Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê pêkhatiye”.

Her wiha got: Nêçîrvan Barzanî û şanda li gel dê li gel şanda danustana Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê bi Serokayetiya Dr Berhem Saleh komdibin û guftûgo li ser awayê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmet û meseleyên din ku pêwîste bi rewşa niha ya Kurdistanê û rewşa Silêmanî dikin.

Her wiha biryare roja dûşemê Nêçîrvan Barzanî li gel Newşîrwan Mistefa rêkxerê Giştî‌ yê Tevgera Goran bi heman mebestê bicive.

Back to top button