Cîhan

Trump û Putin wê di 15ê Tebaxê de li Alaska ya Amerîkayê bicivin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê roja Înê 15ê Tebaxê li Alaska, bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicive. Trump diyar kir ku peymana aştiyê ya Rûsya-Ukraynayê dê were nîqaşkirin û ew ê behsa hinek guhertina axê jî bikin.

Serokê Amerîkayê Trump di postekê de li ser hesabê xwe yê Truth Social tarîx û cihê civîna xwe ya bi Serokê Rûsyayê Putin re ragihand.

Trump di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê roja Înê 15ê Tebaxê li Alaska, bi Putin re bicive.
Trump di civîna bilind a Washingtonê de axivî û diyar kir ku peymanek aştiyê ya potansiyel a Rûsya-Ukraynayê dê hinek guhertin yan jî veguheztina axê jî bête behs kirin.

Serokê Amerîkayê diyar kir ku guhertinên erdê dê ji bo aştiyê di berjewendiya her du aliyan de bin.

Back to top button