Ermenistan û Azerbeycanê di çavderiya Amerikayê de peymaneke aştiyê îmze kirin
Ermenistan û Azerbeycanê bi çavderiya Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî peymaneke aştiyê îmze kir ku dawî li şerê di navxwe de anîn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di derbarê li vê hevhatinê de da xûyakirin ku, her du welatan li Qefqasyaya Başûr aşitiyek pêkanîn û got: “Ermenistan û Azerbeycan pêbend in ku heta hetayê hemû şeran rawestînin, dest bi pêwendiyên bazirganî, geştyarî û dîplomatîk bikin û rêzê li serwerî û yekparçeyiya axa hev bigirin.”
Trump her wiha da zanîn ku ew dê dorpêça çekan a Amerîkayê ya li Azerbeycanê rake ku piştî wergirtina serxwebûnê ya sala 1992yan li ser hatibû danîn.
Îlham Aliyev li Koşka Spî got: “Dibe ku em bi Serokwezîr Paşinyan re li hev bikin û daxwaznameyeke hevbeş ji Komîteya Nobelê re bişînin da ku Xelata Nobelê ya Aştiyê bidin Serok Trump.”
Her wiha Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan jî got: “Ez di wê baweriyê de me ku Serok Trump hêjayî Xelata Nobelê ya Aştiyê ye û em dê piştgiriya vê yekê bikin.”


