Polîtîk
Li Kurdistanê konferansa cîhanî ya turizmê tê sazkirin
Bi serpereştiya Desteya Giştî ya Geştûguzar û kompanya Pêru Grup yekem konferansa cîhanî ya geştûguzariyê li bajarê Hewlêrê tê sazkirin. Li Havîngeha Geliyê Elî Beg jî bi awayeke fermî tê vekirin.
Nadir Rustî Peyvdarê Desteya Geştûguzariya Herêma Kurdistanê ragihand Yekem Konferansa cîhanî ya geştûguzariyê li Kurdistanê tê sazkirin û got; Ev konferans hengavekî destpêkêye ji bo çalakkirina kerta geştûguzariyê û dirustkirina tora peywendiya li navbera kompanyayên geştiyariyên navxweyî û cîhanî ye.
Di derbarê dema konferansê de jî got dema wê li civîneke rojnamevanî de roja pênçşem rêkefta 24-10-2013 li Hotela Rotana tê eşkere kirin û behsa naveroka konferansê jî dikin.