Cîhan

Trump:Îranê ji berî êrîş bike em agahdar kirin

Îranê bi 6 fûzeyan êrîşê bingehê hewayî yê Amerika li Qeterê kir. Lê tu ziyanek canî û madî çênebû. Ji ber ku Îran ji berî êrîşê agahê da Amerika kum dê êrîşê bingehê wan bike. Fûzeyên Îranê hemû bi hewayê ve hatin teqandin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser êrişa Îranê ya li Qeterê got, “Ez dixwazim spasiya Îranê bikim, ji ber ku derbarê êrişa li Qeterê em pêşwext agahdar kirin.”

Serokê Amerîkayê da zanîn ku bi si saya agahdarkirina Îranê ti zererke canî çênebû û kes birîndar nebû.

Supaya Pasdaran a Îranê îşev ragihand ku wan bi navê “Mizgîniya Serkeftinê” li dijî baregehên Amerîkayê yên Îraq, Qeter û Bahreynê dest bi êrişekê kiriye.

Serokê Amerîkayê ji ser hesabê yê Social Truthê peyamek belav kir û got, “Îranê bi awayekî fermî bersiva êrişa li ser navendên xwe yên atomî bi bersiveke gelekî lawaz da ku me jî pêşbînî dikir û me bi awayekî gelekî bi bandor bersiv da.”

Serokê Amerîkayê diyar kir ku Îranê 14 mûşek avêtine, 13 ji wan hatine xistin û rê hatiye dayîn ku yek derbas bibe, ji ber ku ber bi aliyekî bê gef ve diçû.

Trump her wiha got, “Ez kêfxweş im ragihînim ku ti Amerîkiyekî ziyan nedîtiye û ziyanên êrişan gelek kêm bûne.

Ya herî girîng, wan her tişt ji ‘sîstema’ xwe derxistiye û ez hêvîdar im, êdî ti kîn û nefret nemîne. Li cîhanê pîroz be dema aştiyê ye.”

Trump spasiya Îranê kir û da zanîn ku wan agahdarkirineke pêşwext daye wan ku ev yek bûye sedem ti kes canê xwe ji dest nede û birîndar nebe.

Serokê Amerîkayê her wiha got, “Dibe ku Îran niha bikaribe ber bi aştî û hemahengiya li herêmê ve pêngavan bavêje û ez jî bi germî handana Îsraîlê dikim ku heman tiştî bike.

 Spas ji bo baldariya we ya li ser vê mijarê!”

Back to top button