Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Tirkiye kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Erman Topçu Konsulê Giştî yê Tirkiye li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de peywendiyên Tirkiye bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêşhatên dawî ya rewşa Rojhilata Navîn û metirsî û encamên wê, herwiha piştî girtina balafirxaneyên li Iraq û Herêma Kurdistanê tevgera hatinûçûna li tixûbên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê gotubêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo wê hêsankariya li vegerana geştiyar û welatiyên Herêma Kurdistan û Iraqê ya li xalên tixûbiyan de pêşkêş dikin, spasiya aliyên peywendîdarên Tirkiye kir. Her li vî derbarî de bi taybetî pesnê rola birêz Konsulê Giştî yê Tirkiye li Herêma Kurdistanê û tîma wî kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Konsulê Giştî yê Tirkiye, amadehiya aliyên peywendîdarên Tirkiye ya pêşkêşkirina hemû hêsankariyeke ji bo geştiyar û welatî û serdanîkerên Herêma Kurdistanê li xalên tixûbiyan dûpat kir. Herwiha pesnê dezgeh û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya li xalên tixûbiyan kir ku tevahiya amadekariyan ji bo vê rewşê kirine.

Li mijareke dinê hevdîtinê de, çend pirseke dinê girîng û hevbeş hatin gotubêj kirin.

Back to top button