Cîhan

Îran dikare demek nêzîk de êrîşê Hêzên Amerikayê bike..!

Karbidestên Amerîkî dibêjin, dibe ku tolhildana Îranê li dijî leşkerên Amerîkî di rojên pêş de be.
Amerîkayê berê Îranê li dijî tolhildanê hişyar kiribû û tekez kiribû ku ew hîn jî bi çareseriyek dîplomatîk digerin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê texmîn dike ku Îran dikare di demek nêzîk de êrîşên tolhildanê li dijî hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn pêk bîne, her çend Amerîka hîn jî li çareseriyek dîplomatîk digere ku Tehran dev ji her êrîşekê berde jî, hinek berpirsên amerikî dibêjin ku ihtimalek mezin dê Îran demek nêz de êrîşê Hêzên Amerikayê bike.

Berpirsek Amerikî bê ku navê xwe eşkere bike, ji Reuters re axivî, got ku êrîşa tolhildanê ya Îranê dikare di nav rojek an du rojên bê de pêk were.

Îranê piştî ku Amerîkayê roja Yekşemê serê sibê tesîsên nukleerî yên Fordow, Natanz û Isfahan bombebaran kirin, gef xwar ku bersivê bide.

Karbidestên Amerîkî Îran ji bersivdayîna li Amerîkayê hişyar kirin û Serok Donald Trump piştî êrîşan got ku her tolhildana Îranê ya li dijî Amerîkayê dê bi hêzek pir mezintir ji ya ku di êrîşên dawiya hefteyê yên Amerîkayê de hatiye bikar anîn re rû bi rû bimîne.

Serokê Fermandariya Giştî ya Hêzên Hevbeş, General Dan Caine, roja Yekşemê got ku artêşa Amerîkî parastina leşkerên xwe li herêmê, di nav de Iraq û Sûriyeyê, zêde kiriye.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hêzek mezin li Rojhilata Navîn bi cih kiriye, ku nêzîkî 40,000 leşker li herêmê hene. Hin ji wan sîstemên parastina hewayî, balafirên şer û keştîyên şer bikar tînin ku dikarin mûşekên dijmin tesbît bikin û wan bixin xwarê lê pozîsyonên wan li hember êrîşan xeternak in.

Back to top button